Ji jinan banga tecrîdê: Tecrîd sedema şer e 2018-10-15 09:10:24   STENBOL - Dayikên Aştiyê bertek nîşanî bêdengiya li hemberî tecrîda li Îmraliyê dan û wiha gotin: “Ev bêdengî ji bo çi ye gelo? Em bang li jinan dikin. Bila hemû dest bidin hevdu. Bila vî şerî bidin sekinandin. Sedema şer tecrîd e. Wek fîzîkî tecrîd tune ye. Ev gel hemû di bin tecrîdê de ye.”   Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 2015’an heta niha bi awayekî girankirî didome. Serlêdana parêzeran jî bi hinceta ‘ muxalefeta hewayê’, koster xerabeye û OHAL’ê tê redkirin.   Dayika Aştiyê Bedîa Gokguz diyar kir ku bi salane li dijî tecrîdê bêdengiyek heye û wiha got: “Ez ji hemû cîhanê dipirsim. Hûn çima bêdeng in? Ev tecrîd li hember hemû gelan e. Bila çavên xwe vebikin. Êdî bes e, ev hovîtiya li ser girtiyan. Ma gelo mirovahiya we nemaye?”   ‘Ev tecrîd wê heta kengê bidome’   Dayika Aştiyê Guler Bugday jî ev tişt anî ziman: “ Em tenê nabêjin ‘lanet lê bê’. Ji ber ev têr nake. Ji ber dewleta Tirk komployek wisa kiriye em serî hil didin. Lê em di tarîtiya wan de ne. Em dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe. Bila wekhevî hebe, xwîn nerêje. Bila dayik negirîn.”   Gulerê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew dayika leşker, Kurdan, Tirkan, Laz û Çerkezane û wiha dawî lê anî: “Îro hîna şer didome. Herî zêde jin êşê dikşînin. Ji canê xwe parçeyekê didin. Banga me li jina ye. Bila jin dest bidin hev û êdî bêjin bes e. Bila vî şerî bidin sekinandin. Tecrîd sedema şer e.”