‘Polîtîkayên hikûmetê tundiya li dijî jinan zêde dikin’ 2018-10-15 09:01:25   Rojda Aydin   MÊRDÎN - Endama Platforama Jinan a Şahmaran a Mêrdînê Meltem Aslan derbarê  êrîş û qetilkirina jinan ku zêde bûne de nirxandin kir.  Meltem, got ku ji ber  polîtîqayên hikûmetê tundiya li dijî jinê gellek zêde bûye û anî ziman ku tundiya li dijî jinê girêdayî perwerdehiyê ye.     Di demên dawîn de ji ber polîtîqayên îktîdara AKP’ê li dijî jinan tim êrîş tên kirin. Di van êrîşan de jin tên qetilkirin, kuştin, tacîz û tecawizkirin. Her roja ku em çavê xwe vedikin jinek tê qetilkirin. Ev bûyer hemû li ber çavên îktîdarê tên kirin û tu tuşt nayê kirin. Endama Platforama Jinan a Şahmaran a Mêrdînê Meltem Aslan êrîş û qetilkirina jinan ku zêde bûye nirxand.     Meltem, di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku jinên rastî tundiyê tên di demên dawîn de bi tenê tên hiştin, kesên ji van bûyeran re şahidiyê dikin bêdeng dimînin  û ev tişt got: “Ligel vê bêdengî û tenêhiştinê jî dozên tacîz, tecawiz û tundiya li dijî jinan roj bi roj zêde dibin.”   'Rêxistinên jinan nikarin bi hikûmetê re bên gel hev'   Meltem, di berdewama axaftina xwe de bal kişand  ser polîtîqayên dewletê yên li dijî jinan û wiha got: “Tundî û komkujiya ku li dijî jinan tê kirin ji hêla dewletê ve nayê rojevê. Rêxistinên jinan ên ku dixwazin li dijî vê tundiyê têbikoşin nikarin ji dewletê piştgiriyê bigirin û tenê tên hişitin. Mînak ji bo tundiya li ser jinê bê rawetandin Peymana Konseya Ewropayê ya Stenbolê ji bo rawestina tundiya li nav malê û ya li derva ya li ser jinê ku hat îmzekirin di 2014'an de li Tirkiyeyê ket meriyetê lê hikûmet îro li gorî vê peyman tevnagere. Ji ber polîtîkayên hikûmetê gotinên zayendperest ên li dijî jinan û binpêkirina mafan a li dijî jinan zêde dibe. Ji ber vê jin têkoşîna xwe ya azadiyê bi xwe didin û nikarin bi tu awayî bi hikûmetê re bikevin tevgerê."   'Zêdebûna tundiya li dijî jinê girêdayî perwerdê ye'   Meltem, diyar kir ku komkujî, tundî û êrîşa li dijî jinan girêdayî perwerdehiyê ye û wiha pêl da axaftina xwe: “Di vir de behsa perwerdehiya dibistanan nakim. Ez bahsa perwerdeya li nav malê dikim. Perwerde  di jiyana mirovan de baweriya etîk bi teşe dike. Di vir de pêşî edalet û wîcdanekî etîk fêrê zarokan tê kirin. Di vir de gavên  girîng ku tên avêtin divê li dibistanê jî berdewam bikin û li gorî rêgezên wekheviya zayendî perwerde bê dayîn. Lê di pirtûkên dersê yên li dibistanan de newekheviya zayendî a di nava civakê de ya jin û mêr tê pêşxistin û ev jî bi pergala perwerdê ya îktîdarê tê kirin.  Pêwîstiya perwerde, medya, hiqûq û polîtîqayên dewletê bi guhertinê heye.”   'Ziman xwedî guhertinek polîtîk e'   Meltem, di dirêjiya axaftina xwe de tarzê medyaya ku derbarê  tundiya li ser jinan de nûçeyan çêdike de jî nirxandin kir û wiha got: “Ziman di jiyana mirovan de  xwedî girîngiyeke mezin e. Ziman dikare ji nû ve teşe bide jiyanê û civakeke nû biafrîne. Zimanê medyayê jî heman tişte û bandoreke mezin li ser jiyanê û civakê dike. Ji ber vê zimanê medyayê yê zayendparêz pirsgirêkên ku ji xwe di civakê de hene  zexm dike.  Zimanê medyayê divê bê guhertin. Ev guhertin jî divê di serî de di warê çêkirin û pêşkêşkirina nûçeyên civakî de wekheviya zayendî esas bikgire û jin bi awayê wekhev bikaribe di nava civakê de wekî kes bijî."   'Jin dê pêvajoyê ronî bikin'   Meltem, di dawiya axaftina xwe de got ku ew wek Platforma Jinan a Şahmeran wê xwedî li jinên ku rastî tundî, êrîş, tundiya fîzîkî û psîkolojîk tên derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek platforma jinan, em ê jinan ji tariyê derbixin û wan ber bi ronahiyê ve bibin. Em ê xwedî li jinên ku rastî tundiyê tên derbikevin û em ê bi hev re têbikoşin. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Jin dê pêşerojê ronî bikin. Lewra jî divê em îro nehêlin ku tu jinên me rastî tundiyê, komkujiyê, tacîz û tecawizê bên. Divê em hemû jin dest bidin hev û rêxistina xwe xurt bikin.”