Jinên HDP'yî: Hûn nikarin bi girtinan pêşiya me bigirin 2018-10-14 15:59:45   AMED - Rêxisitnên jinan HDP'ê yên Peyas û Yenîşehirê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî operasyonên navenda wan Amed ku di encamê de rojnameger Kîbriye Evren jî di nav de 25 kes hatin girtin dan. Jinan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku operasyon êw tucarî nikaribin pêşî li têkoşîna wan bigirin.   Rêxisitnên jinan û yên jinên ciwan ên  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Yenîşehîr û Peyasa amedê bi daxuyaniyeke ku dan bertek nîşanî operasyona ku di 9'ê cotmehê de li Amedê li dijî parlamenter, parêzer, siyasetmedar û rojnamgeran li Amedê hat kirin dan. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêkanînên li dijî jin û zarokan.   Yenîşehîr   Hevseroka HDP'ê ya Yenîşehirê  Demet Ozkara  li ser navê Miclisa jinan û a Ciwanan daxuyanî xwenda bal kişand ser operasyona ku aht kirin.  Demet anî ziman ku ew ê li dijî êrîşên li hemberî siyasetmedar, jin û rojnamegeran  berxwedana xwe mezin bikin. Demet diyar kir ku îdiaya wan ji zîhniyeta  AKP -MHP'ya faşît û tundiya wan a li dijî zark û jinan û çeka ku dan ser zarokan bi heztir e. Demet wiha berdewam kir: "Her roj bi tevgera binçavkirinê xeyala ku bi jinan gavê paşve bdiin avêtin dibînin. Lê divê bizanibin ku wê ev heyala wan tu carî nebe rastî. Em wekî jin bang li hemû saziyên demokrtîk û înîsîyatîfên demokratîk dikin berxwedanê mezin bikin."   Peyas   Hevseroka navçeya Peyasê ya HDP'ê Songul Kaplan a ku daxuyanî xwnd jî diayr kir ku komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan li dijî azadiya gelên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata navîn  hatiye kirin. Ev êrîşa ku di rastiya xwe de li dijî jinan û bi gişt li dijî hemû gelan hatiye kirin ew ê wan bêzar neke  û ev operasyonên ku bi hişmendiya baviksalar hatine kirin û tu rastiya wan tuney ê  berhema zîhniyeta xespkar in."   Piştî daxuyaniyên hatin dayîn çalakî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.