‘Em yek kes jî bimînin wê têbikoşin’ 2018-10-14 09:05:18   EDENE - Hevberdevka HDK’ê ya Edenê Olcay Susgun bertek nîşanê binçavkirin û girtina siyasetmedar û rojnamegeran da û diyar kir ku ev operasyon bi hilbijartinên herêmî re girêdayî ye û got heta yek kes bimîne wê têkoşîna xwe bidomînin.   Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve der barê 151 kesî de di 9’ê cotmehê de saetên sibehê de li hember rojnameger û siyasetmedaran serdegirtina malan ya hevdem pêk hat. Di navde ronameger jî heye 141 kes hatin binçavkirin.   Ji 141 kesên hatin binçavkirin di nav wan de rojnameger Kîbriye Evren jî heye 25 kes ji ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin û  rojnameger Abdurrahman Gok, Lezgîn Akdenîz û Cîhan Olmez jî heye 28 kes hatin berdan. Hinek kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di çarçoveya operasyona hat kirin  de 115 kes hat berdan û 25 kes jî hatin girtin.   ‘Dixwazin bitirsînin’   Hevberdevka HDK’ê ya Edenê Olcay Susgun diyar kir ku ev operasyon girêdayê hilbijartinên herêmî ne û wiha got: “Faşîzma AKP-MHP’ê bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re zextên li ser HDP’ê zêde kir.Yekane armanca van êrîşan eve ku HDP’ê ji xebatên hilbijartinê bêpar bihêlin. Bi îfadeyên şahidên veşarî ev binçavkirin pêk hatin. Dixwazin çavê siyasetmedaran bitirsînin. Em yek kes jî li derve bimînin emê têbikoşin.”   ‘Êrîşa li dijî çapemeniya azad nayê qebûlkirin’   Olcay bi lêv kir ku operasyon bi awayekî sîstematîk didomin û wiha pê de çû: “Ev me ji têkoşîna me nake. Şaredariyê qeyûm lê hatine tayînkirin emê dîsa bigirin. Şaredariyên hatine xespkirin îradeya gelin. Divê em şaredariyan bi muxalefeta gel biparêzin. Deriyê rojnamegeran hatine şikandin û çek dane serê wan. Êrîşên li dijî çapemeniya azad nikare bê qebûlkirin.   ‘Têkoşîna topyekun’   Olcayê di dawiya axaftina xwe de banga têkoşîna li dijî êrîşan kir û da zanîn ku di serî de hemû karker û kedkar divê têkoşînek bi rêxistinkirî û topyekun bê meşandin.