‘Zextên li girtîgehan bi talîmata wezareta dadê pêk tê’ 2018-10-14 09:02:40   Sîbel Ozalp   ÎZMÎR - Seroka Komeleya Piştevaniya bi Girtîgehan re ya Îzmîrê Selma Altan diyar kir ku ji bo girtî di bin şert û mercên mirovane de bijîn dewlet berpirse û wiha berdewam kir: “Lê em îro dinêrin ku zext û binpêkirinên mafan bi talîmata wezareta dadê pêk tên.”   Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtîgehan re di 8’ê Adarê de bi awayekî fermî hat vekirin. Seroka komeleyê Selma Altan bal kişand ser binpêkirinên di serî de li girtîgeha Tîpa F ya Kiriklar a Îzmîrê û girtîgeha Tîpa T ya Odemîşê û hemû girtîgehan û wiha got: “Bi OHAL’ê re zext li hemû girtîgehan pêk hatine.Tevî OHAL rabû jî binpêkirin û zextan berdewam kir.”   ‘Zext bi biryara wezareta dadê pêk tên’   Selmayê destnîşan kir ku şert û mercên jiyana girtiyan di bin berpirsyariya dewletê de ne û ev tişt anî ziman: “Lê em îro dinêrin bi taybet bi talîmata wezareta dadê binpêkirina mafan tê jiyîn. Yek ji mînakên vê binpêkirinên li ser girtiyê bi navê M.Saît Yildirim yê li girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê dimîne. Tevî ku cezayê wî muebeta girane jî bi talîmata wezaretê xistin hucreyê û 24 saetan di bin tecrîdê de maye.”   ‘Heqaretan dikin û provokasyonê dikin’   Selmayê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê radyoyên girtiyan ji qentînê girtine, kom kirine û wiha got: “Hema hema her roj gardiyan û cenderme li girtiyên siyasî heqaretan dikin û piştre bi gotinan provakasyonê pêk tînin. Hevdîtin daxistine 30-40 deqeyî. Hejmara pirtûka bi 5 heban hatiye sînorkirin. Li girtîgeha Tîpa T ya Odemîşê jî heman pêkanîn pêk tên. Mehekê carekê derxistin sporê. Ji ber derman nakin, bihok ketine koxuşan. Dîsa gardiyan bi awayekî kêfî cezayê dîsîplînê didin.”   Selmayê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got girtî nayên sewqkirin an jî dereng tên sewqkirin û di dema sewqkirinan de jî di şertên nebaş de dibin. Selmayê bang li wezareta dadê û îdareya girtîgehê kir û got divê li hemberî mafên girtiyan rêzdarî bê nîşandan.