Dayikên Şemiyê di bin dopçêkirina polîsan de li aqubeta xizmên xwe pirsîn 2018-10-13 14:08:26   STENBOL - Çalakiya ku Dayikên Şemiyê xwestin li Qada Galatasarayê li dar bixin di hefteya xwe ya 707'emîn de bi astengiya polîsan rû bi rû ma. Dayikên Şemiyê tevî astengan daxuyanî dan û li aqubeta Abdulkerim Yurtseven ê ku di 1995'an de li Gundê Agaçliyê hat windakirin, Mikdat Ozeken ê 18 salî û li Munur Saritaş ê 13 salî hat pirsîn.    Dayikên Şemiyê ji bo çalakiya xwe ya 707'emîn a bi dirûşma "Bila winda bê dîtin, kujer bên darizandin" li dar bixin li ber Komeleya Mafên Mirovan (KMM) a Şaxa Stenbolê hatin gel hev. Polîsan kuçeya ku Komeleya Mafên Mirovan (KMM) a Şaxa Stenbolê lê ye dorpêç kir. Ji ber ku nehiştin Dayikên Şemiyê derbasî Qada Galatasarayê bibin, daxuyanî li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan hat dayin. Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Garo Paylan, Seroka Giştî ya DİSK'ê Arzu Çerkezoglu, Rêveberên KESK û TMMOB'ê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Xizmên windayan tşortên ku wêneyê windayan li ser bûn li xwe kirin.    'Daxwaza edaletê bê bersiv ma'   Daxuyanî ji aliyê endama Komeleya Mafên Mirovan Besna Tosun hat dayin. Besnayê got:"Daxwaza edaletê bê bersiv ma. Li Tirkiyeyê sistema darazek bi edalet tune ye."   Besnayê da zanîn ku di sala 1995'an de li Gevera Colemergê Abdulkerim Yurtseven, Mikdat Ozeken ê 18 salî û Munur Saritaş ê 13 salî hatiye windakirin. Besnayê anî ziman ku di 27'ê Kewçêr a 1995'an de ji aliyê leşkeran ve bi ser gundê Agaçliyê de girtin. Li gund tundiya mezin li gundiyan hat kirin. Leşkeran Abdulkerim Yurseven, Mikdat Ozeken û Munur Saritaş birin Tabura Jandarmaya Navçeya Geverê.   '28 nûçegîhanê Ozgur Gundemê windayî ne'   Piştre Diya Rojnameger Ferhat Tepe, Zubeyde Tepe axivî û got:"Ferhat di bin çavan de bi îşkenceyê hat qetilkirin. Ez ji Suleyman Soylu dibêjim bila hinekî fedî bike. 28 nûçegîhanên Ozgur Gundemê winda bûn. Em dixwazin zarokên me bên dîtin û kujer bên darizandin."   Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.