Daxwazên Meralê ya di greva birçîbûnê de bû hat qebûlkirin 2018-10-13 09:17:23   ENQERE - Meral Donmez a ku di Girtîgeha Tersûsê de tê girtin, bi daxwaza sewqkirina girtîgehek nêzîk dest bi greva birçîbûnê kiribû. Daxwaza wê di roja grevê ya 38'an de hat qebûlkirin. Li ser qebûlkirina daxwazê Meralê greva xwe bi dawî anî.   Meral Donmez a ku di Girtîgeha Tersûsê de tê girtin, bi daxwaza sewqkirina girtîgehek nêzîk dest bi greva birçîbûnê kiribû. Daxwaza wê di roja grevê ya 38'an de hat qebûlkirin. Li ser qebûlkirina daxwazê Meralê greva xwe bi dawî anî. Mamoste Meral Donmez bi idiaya "Endama Rêxistinê" 11,5 sal ceza lê hatibû birîn.    Ji ser hesabê Twitterê yê bi navê Piştgiriya bi Meral Donmez re daxuyaniyek wiha hat dayin:   "Niha parêzerên keça min agahî dan min. Nivîsa ku Meralê sewqî Kandirayê kiriye hatiye. Keça min dawî li greva birçîbûnê aniye. Piştî ku sewqa wê hat kirin şûnde divê li Kandirayê jî bê tedawîkirin."