Jînên Efrînê: Rêber Apo nûnerê aştî û azadiyê ye 2018-10-13 09:01:46   Ferîde Zade    ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê bi cih bûne derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gotin:"Rêber Apo nûnerê aştî û azadiyê ye. Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê her di nava çalakiyan de bin."    Jinên Efrînê yên ku li Navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê bi cih bûne derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gotin ku ji bo xizmet ji aştî û azadiyê re bê kirin divê Abdullah Ocalan azad bibe.    Eyşe Bereket diyar kir ku ew dev ji xebatên ji bo azadiya Abdullah Ocalan bernadin û wiha got:"Rêber Apo riya azadî û demokrasiyê şanî jinan û gelan da. Îro bi milyonan kes azadiya Rêber Apo dixwazin. Rêber Apo azadiya hemû gelên bindest in. Fikir û felsefeya Rêber Apo li her derê deng veda û bi saya fikrên wî gelek pêşketin çê bûn. Dê têkoşîna me ya li dijî plan û komployên qirêj bidome."   'Rêber Apo ji bo jiyanek azad û demokratîk bi milyonan mirov bi rêxistin kir'   Hevseroka Navçeya Şaredariya Kefer Neyê Rohan Ebdelo wiha got:"Rêber Apo ji bo jiyanek azad û demokratîk bi milyonan mirov bi rêxistin kir. Ji bo azadî û aştiyê gelek li berxwe da. Ji bo mafên jinan bi salan xebitî. Divê rêxistinên mafên mirovan li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bi awayekî hestiyar tev bigere. Divê erka xwe bi cih bînin. Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe her di nava tevgerê de bin."   'Rêber Apo nûnerê aştî û azadiyê ye'   Ezîme Îzet Rihanî jî wiha got:"Dema ku min Rêber Apo dît baweriya min zêdetir bû. Bi saya wî me dîrok û rastiya jiyanê fam kir. Rêber Apo zincîra koletiya li ser jinê şikand. Rêber Apo nûnerê aştî û azadiyê ye. Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê her di nava çalakiyan de bin."