Li gundê hat aşkerakirin 'Qedexe rabûye' operasyon berdewam dike 2018-10-12 15:25:02   AMED - Walîtiya Amedê, diyar kir ku li bejahiya Licê û Hênê operasyona hat kirin bi dawî bûne, lê niştecihên Çemê Elîka ku  li ber deriyê wan nobeda leşkeran  berdewam dike anîn ziman ku oprasyon berdewam e û kesek jî hatiye binçavkirin.     Walîtiya Amedê dş 4’ê cotmehê de “qedexeya derketina kolanan” li 65 gund û mezrayên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê îlan kiribû û operasyona eskerî li dar xistibû. Walîtiyê duh ragihand ku qedexe bi dawî bûye û gotibû ku operasyon jî temam bûye. Lê li gel vê daxuyaniya walîtiyê jî li herêmê operasyon didome. Operasyon li derdora gundê Çemê Elîkê yê bi ser navçeya Licê ve pêk tê û yekîneyên taybet digerin. Li gundê Çemê Elîkê welatiyek bi navê Çetîn îro ji aliyê eskeran ve hat binçavkirin.