Rewşa girtiyê nexweş giran dibe: Malbat wê serî li CPT'yê bide 2018-10-12 09:11:01   AMED - Girtiya nexweş Mevlude Başdaş a li girtîgeha Şakranê dimîne û ji sedî 86 rapora wê ya astengdariyê heye, tevî vê nayê berdan. Kurê wê Metîn Başdaş diyar kir ku ew ji jiyana dayika xwe bi fikar in û got wê serî li CPT'yê bidin.   Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş ku ji sedî 86 astengdar e û nexweşa giran e, li girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê tê girtin û rewşa wê roj bi roj giran dibe. Kurê wê Metîn Başdaş diyar kir ku herî dawî di roja îna borî de bi dayika xwe re di telefonê de axiviye û got rewşa dayika wî ne baş e û wê serî li CPT'yê bidin.   Metîn daxuyakirin ku gelek nexweşiyên dayika wî yên wekê dil, şekir, gurçik û tansiyonê heye, her wiha li girtîgehê jî bi nexweşiya astimê ketiye û got ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê rapora ji sedî 86 astengdare girtine.   ‘Em ji jiyana wê bi fikar in’   Metîn wiha got: “Tevî van pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê di girtîgehê de dîl tê girtin. Em ji jiyana wê bi fikar in. Divê demildest bê berdan. Rêveberiya girtîgehê bi girtiyên nexweş re eleqeder nabin. Nexweşiya dayika min pêş ketiye. Kesek di rewşa wisa de ne pêkan e di girtîgehê de bimîne. Berê neqla gurçikan ji bo dayika min pêk hatibû. Ligel vê nexweşa şekir û tansiyon e.”   Metîn di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Di meha Gulanê de ez çû hevdîtina dayika xwe û gotin ew birine Saziya Tipa Edlî. Lê rapora wê di rojên borî de hat dayîn. Di raporê de jî tê gotin ku dikare di girtîgehê de bimîne. Doktorên raporê didin dizanin ku dayika min nikare li girtîgehê bimîne. Her wiha rapora wê ya ji sedî 86 astengdar e jî heye. Gelo ev nakokiya di navbera raporan de çi ye?”   Ez ê serî li CTP'yê bidim   Metîn di dawiya axaftina xwe de balkişand ser rewşa hemû girtiyên nexweş ên li Tirkiyeyê û got rewşa wan her diçe xirab dibe û bi lêv kir ku ev rewş wan dike fikaran û got wê serî li Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bidin.