TGS: Rojnameger her tim zarokên nebaş yên dîroka Tirkiyeyê bû! 2018-10-12 09:06:11   AMED \ STENBOL - Ji komîsyona TGS Jin û LGBTÎ Gulfem Karataş diyar kir ku hinceta îxbarkirinê ya ji bo binçavkirin û girtina rojnamegeran hatiye nîşandan, ji aliyê kê ve hatiye kirin û wiha got: “Ji kesên ku nizanin ji ber çi hatine sûcdarkirin, parastinê dipên. Doza te heye lê doza çi ye nizane. Em di rewşek wisa absurt de ne. Dema mirov li dîroka Tirkiyeyê dinêrin rojnameger her tim sûcdar in û zarokên ne baş in.”    Di 9’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de li hember rojnameger û siyasemetdaran li 183 navnîşanî bi awayekî hevdem operasyon pêk hat û 151 kesên biryara wan a girtinê hebû, 127 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatine binçavkirin 8 heb rojnameger bûn. Der barê lêpîrsîna hatiye vekirin de jî biryara veşariyê hat dayîn.   Roja operasyon hat kirin, rûniştina doza nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Seda Taşkin a girtî bû pêk hat. Doz li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Muşê hat dîtin. Ji ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘endamtiya rêxistinê’ 7 sal û 6 meh ceza hat birîn. Endama Komîsyoan Jin û LGBTÎ ya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gulfem Karataş bertek nîşan da û got di 7’ê cotmehê de jî endamê TGS’ê Çagdaş Kaplan hatiye binçavkirin û di 10’ê cotmehê de jî 7 sal û 6 meh ceza dane Seda Taşkin.   ‘Kî van îxbaran dikin?   Gulfemê balkişand ser cezayê li Sedayê hatiye birîn û got: “Ji bo rojnamegeran nan tune ye. Li Tirkiyeyê rojnameger anîne vê rewşê. Dixwazin wan bêzar bikin. Hem dewlet û hem jî hikûmet ji bo rojnamegeran bêzar bikin her tiştî dikin. Biryara binçavkirina Seda Taşkin bi hinceta ‘îxbarek cidî heye’ hatiye kirin. Dîsa hevalên li Amedê di operasyonê de hatine binçavkirin jî bi îxbarê hatine binçavkirin. Gelo van îxbaran kî dike? Çawa tê kirin? Dibêjin şahidên veşarî ne? Kî ne ev şahidên veşarî? Niha li girtîgehan 143 rojnameger hene.”   Gulfemê di berdewamiyê de destnîşan kir ku rojnameger ji ber nûçeyên tên çêkirin tên sûcdarkirin û Seda jî di çarçoveya vê de hatiye darizandin û ceza girtiye. Gulfemê berterk nîşanî van pêkanînan dan û got rojnameger ji ber rastiyan derdixin holê sûcdar tên dîtin.   ‘Divê em ligel hev bisekinin’   Gulfemê daxuyakirin ku bi salane rojnameger sûcdar tên dîtin û ev tişt bi lêv kir: “Dema mirov li dîroka Tirkiyeyê dinêrin, rojnameger her tim sûcdar bûn. Ew her tim zarokên ne baş bûn. Hinekan rojnameger her tim wisa dîtin. Ev jî ji aliyê desthilatdariyê dihat kirin. Dema me dest bi rojnamegeriyê dikir me ev hemû dizanibûn. Me dizanibû, em zarokên ne baş in. Lê me rastî vedigotin. Ji ber vê jî rojnamegerî hat îlegalîzekirin. Tiştê ku rojnameger dixwazin pir zelal e. Em aştiyê dixwazin. Em mafên xwe dixwazin. Hemû civak vê dixwaze. Em Tirkiyeyek baştir dixwazin. Divê em hemû rojnameger ligel hev bisekinin û dengê xwe xurt derbixin.”   Edîtora Ajansa Mezopotamyayê Dîcle Muftuoglu jî diyar kir ku nûçeya ku Sedayê hîna çê nekiriye jî sûc hatiye nîşandan û wiha got: “Biryara ku dadgehê girtiye, helwestek siyasî ya li hember pîşeya rojnamegeriyê ye. Nûçeya ku Sedayê der barê Dayika Sîsê de çê kiriye jî bûye sûc. Du roj berê li Amedê operasyona siyasî pêk hat. Dixwazin pîşeya rojnamegeriyê îlegalîze bikin. Niha gelek hevalên me di bin çavan de ne. Ev binçavkirin û zext nikarin me têk bibin.”