ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-12 09:01:27   *Jina bi navê Şînda Ehmê ji temenê biçûk de bi hunera destan mijûl dibe û dibêje:"Keda destan gelekî pîroz e. Divê em li keda destên xwe xwedî derkevin." DÎMEN HEYE   *Malbatên girtiyan ên ku zarokên wan di Girtîgeha Osmaniyeyê de ne  anîn ziman ku îşkence li zarokên wan tê kirin û ji bo doza zarokên xwe ku ew ê di 15'ê cotmehê de bê dîtin daxwaza edaletê kirin.    *Ji bo zaroka 16 salî ya di encama îstîsmara zayendî de ducanî ma bê zewicandin, ‘doza destûrê’ li Dadgeha Malbatê hat dîtin. Komîsyona Şopandina Mafê Zarokan a Baroya Enqereyê ku dozê dişopîne, ji bo betalkirina xala 124’emîn ya Kanûna Medenî ku destûrê dide zewaca zarokan, daxwaz kir ku serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bê dayîn.   *Ji komîsyona TGS Jin û LGBTÎ Gulfem Karataş diyar kir ku hinceta îxbarkirinê ya ji bo binçavkirin û girtina rojnamegeran hatiye nîşandan, ji aliyê kê ve hatiye kirin û wiha got: “Ji kesên ku nizanin ji ber çi hatine sûcdarkirin, parastinê dipên. Doza te heye lê doza çi ye nizane. Em di rewşek wisa absurt de ne. Dema mirov li dîroka Tirkiyeyê dinêrin rojnameger her tim sûcdar in û zarokên ne baş in.”    *Hunermend Arzum Onan pêşangeha xwe ya duyem a peykeran bi navê ‘jin’ di 3’ê cotmehê de derxist pêşberî hezkiriyên hunerê. Arzum a ku xeyalên xwe bi sînor nekir, têkoşîna jinan a li dijî zor û zehmetiyan, bi peykerên xwe vedibêje. DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Qilabanê Zeynep Uren ku qeyûm tayînî şûna wê bûye, da zanîn ku di pêvajoye ku zext û zilm derketiya asta herî jor de ji bo hilbijartinên herêmî xwe amade dikin û wiha got: “ Wê zilmkar têk biçin. Îdia me mezin e, hedefa me ne dûr e. Em ê bi pêşengiya jinan pergalek nû ava bikin. Em ê bi gelê xwe re xwe ji nû ve xurt bikin.”DÎMEN HEYE   *Girtiya nexweş Mevlude Başdaş a li girtîgeha Şakranê dimîne û ji sedî 86 rapora wê ya astengdariyê heye, tevî vê nayê berdan. Kurê wê Metîn Başdaş diyar kir ku ew ji jiyana dayika xwe bi fikar in û got wê serî li CPT'yê bidin.DÎMEN HEYE