Dayikên Şemiyê beşdarî Nobeda Edaletê bûn 2018-10-11 14:28:17   STENBOL- Dayikên Şemiyê destek dan Nobeda Edaletê ya di hefteya 74’emîn de. Dayikan got: “Em li edaletê digeriyan, me xwe di nav ên li edaletê digerin de dît.”    Parêzeran di hefteya 74’emîn de jî li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê Nobeda Edaletê li dar xist. Dayikên Şemiyê jî piştevanî dan nobedê. Serokê Basin Îşê ya DÎSK’ê Faruk Eren, parlamenterên CHP’ê Sezgîn Tanrlikulu û Aykut Erdogdu jî beşdarî çalakiyê bûn. Pankarta “edalet” vekirin û wêneyên parêzerên girtî hildan.    Ji parêzerên di meha bihûrê de hat berdan Yaprak Turkmen ewil axivî û ji bo hempîşeyan wan bi tenê ne hiştiye spasiya wan kir. Turkmen da zanîn daraz bûye parçeyek siyasetê û darazê ewlehiya xwe winda kiriye. Turkmen got nobeda edaletê ji bo wan pirr bi nirx e û xwest ev nobed berfirehtir bibe.     Xwişka Hayrettîn Eren ê di 21’ê mijdara 1980’an de hat binçavkirin û windakirin Îkbal Eren jî got: “Em li edaletê digeriyan, me xwe di nav ên li edaletê digerin de dît. Birayê min 38 sal berê birin Emniyeta Gayrettepe û carek din agahî jê nehat girtin. Mîna Cemal Kaşikçi. Serokomar li aqûbeta Cemal Kaşikçi dipirse. Em jî dipirsin ew ên me ji wan hez dikir 38 sal e ne xûya en li ku ne. Lêgerîna me ya xizmên me kirin sûc. Qada Galatasarayê kirin sûc û qedexe kirin. Ji ber ku me edaletê li qesrên dadgehan nedît, em çûn Galatasarayê. Xwezî me bihîstina ku em li wir rûneniştina. Heta windayên me neyên dîtin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”    Parêzer jî wê vê hefteyê destekê bidin çalakiya Dayikên Şemiyê.    Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.