HDP: Hevalên me di bin çavan de bi fermana dozger hatin îşkencekirin 2018-10-11 14:09:55   AMED - Di daxuyaniya ku derbarê operasyonên hatin kirin de hat dayîn Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî û parlamenterên pê re tevli bûn û wiha hat gotin: "Hevalên me di bin çavan de bi fermana dozger hatin îşkencekirin. Em ê derbarê vê neheqiyê de li HSYK'ê û li Wezareta Karên Hundir serlêdana  sûc bikin."   Bi tevlibûna Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û parlamneterên HDP'ê derbarê operasyonên ku navenda wan Amed bû li 9 bajaran hatin kirin de li avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongra Civakên Demokratîk (KCD)  Hevseroka Baarê Amedê ya HDP'ê Fîlîz Bulttekîn, Hevserokê Bajarê Amedê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Îbrahîm çîçek û rêxistinên bara û navçeyan yên HDP û DBP'ê tevli bûn.  Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser îşkenceya di bin çavan de û hat gotin ku tişta hatiye kirin dijmirovî ye.     'Hûn tenê dikarin xwe rezîl bikin'   Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî ve hat xwendin û hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin bi piranî jin in.  Sezaî wiha got: "Ez raya giştî ya Tirkiyeyê li dijî van operasyonan vedixwînim hestiyariyê. Hevalên me bi rêbazên herî hov tên binçavkirin. Dikên binçavkirinê desthilatdarî dixwaze Tirkiyeye çawa xeyalî ava bike nîşanî me dide. Bi şikandina deriyan dikevin malan. Tu hovîtiyek wisa nayê qebûlkirin. Bi şikandina deriyan dixwazin peyam bidin civakê. Ev dozgerek çawa ye. Dema fermana binçavkirinê dide fermana derî şikandinê jî dide. Tenê fermana şikandina derî nade, di heman demê fermana pêkanîna tundiyê û çekan bixin serê zarokan û mezinan jî dide. Tu forsa xwe li kî dikî dozger? Bi van kirine we dê kes bêzar nabe. Tu kes wê dev ji têkoşîn û sekna xwe bernede. Hûn bi van kirinan xwe rezîl dikin.”   'Derya Aslan bi kêrê birîndar kirin'   Temellî bal kişand ser derbkirin û îşkenceya di dema serdegirtina malan de û wiha dewam kir: “Derb kirin û îşkecence kirin heye. Muameleya xerab a li dijî zarokan heye. Hişê mirov van pêkanînan nagire. Destên Derya Aslan berevajî kelepçe kirin e û bi kêrê vekirine. Hevala me bi kêrê birîndar kirin e. Dema diçin mala hevaşaredara me Gulay Ozavci ku hevjînê wê binçav bikin, pê li pişta hevala me dikin. Destûr nadin ku cilên xwe yê rojê li xwe bike. Bi van pêkanînan hevalên me binçav dikin. Ev ehlaqek çawa ye. Li dijî jinan tundiyê pêk tînin û em dizanin ji ber ku HDP partiya jinan e vê şidetê dikin.”   Piştî daxuyaniyê Sezaî Telmellî û kesên pê re çûn serdana TJA'yê û saziyên çapemeniyê.