Kongreya Star li Hesekê civîn li dar xist 2018-10-11 12:56:22   HESEKÊ - Bi armanca pêşxistin û xurtkirina kar û xebatên komînan îro Kongreya Star civînek ji hevserokê komînên xweser li dar xist .   Îro bi armanca pêşxistina kar û xebatên komînan civîn ji hevserokê komînên xweser ê  bajarê Til Temir a kantona Hesekê li saziya Malbatê Şehîdan hat li darxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê ji aliyê Rêvberiya Kongra Stra a kantona Hesekê Zeyneb Murad hate birêvebirin.   Rêveberiya Kongreya Star a kantona Hesekê Zeyneb Murad diyar kir ku Komîn bingeha avakirina civakek azad e û got:" Komîn  pir girîng e, erka hemû jinan ew e ku komînan xurtir bikin. Ji bo pêşxistina sîstema navçe, bajar, kanton gerek komîn xurt bê xurtkirin. Di riya pêşxistina komînan de ew ê kar û xebat bi rengekî saxlem û baş were meşandin. "   Paşî rêziknameya komînan ji aliyê Endama Kongreya Star Rêjîn Salih hat xwendin. Di rêzknameyê de hat diyarkirin ku komîn bingeha avakirina civakek bi exlaq, azad û serbixwe ye.   Civîn bi niqaşê jinan a li ser pêşxistina komînan bi dawî bû .