Kevana Zêrîn civîna xwe ya salane li dar xist 2018-10-11 12:30:03   ŞEHBA - Bi dirûşma "Bi hunera azad, bi çanda dayikên xwedanwend em ê Efrînê rizgar bikin" Tevgera Kevana Zêrîn li Kantona Şehbayê bi beşdarbûna 300 delegeyan civîna xwe ya salane li dar xist.     Bi dirûşma "Bi hunera azad, bi çanda dayikên xwedanwend em ê Efrînê rizgar bikin" Tevgera Kevana Zêrîn li Kantona Şehbayê bi beşdarbûna 300 delegeyan civîna xwe ya salane li dar xist. Hola civînê bi wêneyên têkoşer Barîn Kobanê, Avesta Xabur, Arîn Mîrkan, şehîdên Berxwedana Serdemê, Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez hatibûn xemilandin û pankartên "Jin ji bo Efrînê serî hilde" hatibû daliqandin. Di civînê de 300 delege jê 50 yên rêxistin û saziyên jinan ên kampên Şehbayê amade bûn. Civîn bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Piştre Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê Esmehan Ehmed axivî. Esmehanê got:"Ya ku dihêle civak parastî be çand, exlaq û huner e. Çanda demokratîk li dijî çand desthilatdar e ya ku sîstema kapîtalîzm û dewletên desthilatdar bi navê pêşketinê ferz dikin. "   Endma Koordînasyona Kongreya Star Eyşa Xeznê bal kişand li ser girîngiya parastina çanda dayika xwedawend di parastina hebûn û nasnameya mirovan de.   Di civînê de rapor û rêziknameya Tevgera Kevana Zêrîn ji aliyê rêvebera tevgerê Dîlan Şêxo ve hatin xwendin.   Di raporê de nirxandinên siyasî, rewşa rêxistinî ya tevgerê û xebatên ku li Efrîn û Şehbayê dane meşandin hatin destnîşankirin, her wiha pilansaziya dema pêş hate dayîn. Li gorî raporê xebatên ku hatine meşandin "nexşandina tabloyeke mezin a dara zeytûnê ji aliyê zarokên kampê ve, vekirina pêşangeha karê destan û wênesaziyê ji bo zarokan, vekirina pêşangeheke din a karê destan li kampê, amadekirina belgefîlmekî derbarê berxwedana jinên Efrînê û lidarxistina mîhrecaneke stranan bi navê "Denê Jinên Serdemê".   Nirxandina rewşa siyasî ji aliyê cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrînê Esmehan Mihemed ve hate kirin. Esmehan destnîşan kir ku dewlet ku li Sûriyeyê bazirganiyê dikin, ji bo berjewendiyên xwe dixebitin, lewma bi hemû hêza xwe hewl dide temenê aloziyê kur dikin."   Esmehan Mihmed tekez kir ku armanca Tirkiyeyê ya dagirkirina Efrînê têkbirina projeya netewa demokratîk û destkeftiyên gelên herêmên ye û destnîşan kir ku dagirkeriya Efrînê bi hevkariya dewletên derve bi armanca qirkirina çanda gelan pêk hat.   Paşê jî senevîzyoneke der barê kar û xebatên tevgerê hate nîşandan. Delegeyan jî di der barê kar de nirxandinên xwe anîn ziman.   Her wiha desteya rêveber a nû ku ji 3 endaman pêk tê hate hilbijartin.   Axaftina dawî ya civînê ji aliyê endama Meclisa Mabatên Şehîdan a kantona Efrînê Xedîce Elo ve hate kirin. Xedîce di axaftina xwe di kesayeta şehîdên çandê hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û banga parastina çandê kir.   Civîn bi stranên komên Tevgera Kevana Zêrîn bi dawî bû.