'Dê ciwan siberojê ronî bike' 2018-10-11 09:57:14   Berçem Cûdî-Îlham Eloso   KOBANÊ - Jinên Ciwan ên ku beşdarî Kampa Perwerdeyê ya Şehîd Mazlûm Kobanê bûn gotin:"Dê ciwan siberojê ronî bikin."   Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) û Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) 1'emîn Kampa Perwerdeyê ya bi navê Şehîd Mazlûm Kobanê, li ber Pira Qereqozaqê ya Kobanê ava kirin. Dê jê 11 jin 21 ciwan beşdarî kampa perwerdeyê bibin. Li kampa ku dê 5 rojî bidome dersên wekî çand û ehlaq, welatparêzî, parastina cewherî, rastiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bê dîtin. Her wiha wê belgefilm bên temaşekirin, malbatên şehîdan bên ziyaretkirin, serdana muzeyê û Kela Necim a Minbicê bê kirin û daristana Kobanê bê paqijkirin. Jinên ciwan ên ku beşdarî kampa perwerdeyê bûn jî gotin:"Em ê bi perwerdeyê rastiya jiyanê hîn bibin û hîn bikin. Civan siberoja civakê ye divê xwe baş pêş bixin û ji bo jiyanek baş hewl bidin."   Medya Cuma anî ziman ku ew dixwaze di warê ziman de xwe pêş bixe û got:"Armanca beşdarbûna min a kampê ew e ku ez bi perwerdeyê xwe pêş bixim. Divê em ciwan di her warî de xwe pêş bixin. Dema ku ew hewl bidin em ê ji civakê re bibin mînakek baş. Yên ku ew ê vê civakê li ser piyan bihêle ciwan in."   'Em hînî têkoşînek hevpar dibin'   Semara Edhem bi lêv kir ku ew gelek bextewar e ku beşdarî perwerdeyek bi vî rengî bûye û got:"Di vê kampê de em di heman demê de hînî jiyanek hevpar û têkoşînek hevpar dibin. Tiştê ku ji gelê Kurd lazim e jî têkoşîna hevpar e. Em hêvî dikin ku ev kamp dê bibe sedema guhertina gelek tiştan."   'Em li vir hînî parastina xwezayê jî dibin'   Roza Îsa diyar kir ku ew ji xwezayê gelekî hez dike û wiha got:"Ev kampa perwerdeyê di nav xwezayê de ye. Em li vir hînî parastina xwezayê jî dibin. Ez gelek ji xwezayê û parastina xwezayê dikim. Di nava bajêr de derek xwezayî nemaye, tenê avahî heye. Loma cihekî wiha têkiliya di navbera mirovan û xwezayê xurtir dike. Li vir em bêtir hînî perwerdeyê dibin. Em hêvî dikin ku em ê gelek tiştên nû hîn bibin."   'Li vir pêşketina raman û parvekirina jiyanek hevpar esas tê girtin'   Her wiha Dijle Şêxo jî wiha got:"Li vir em serê sibehê saet di 06.00 de hişyar dibin, bi hev re em taştiyê dixun. Piştre em dersê dibînin. Dawiyê em xwarinê bi hev re amade dikin û nanê nîvro em dixwin. Bi vê yekê mirov hînî jiyanek hevpar dibe. Li vir pêşketina raman û parvekirina jiyanek hevpar esas tê girtin. Ez gelek kêfxweş im ku beşdarî vê kampê bûme. Em ê bi perwerdeyê rastiya jiyanê hîn bibin û hîn bikin. Civan siberoja civakê ye divê xwe baş pêş bixin û ji bo jiyanek baş hewl bidin. Dê ciwan siberojê ronî bikin."