Dayika Meral a di greva birçîbûnê de ye: Bûye 34 kîlo, roj bi roj dihele 2018-10-11 09:10:16   ENQERE - Mamoste Meral Donmez a li Girtîgeha Tarsusê girtiye, ji bo sewqî girtîgehek nêzî malbata wê bibe, ev 37 roje di greva birçîbûnê de ye. Meral a ji 45 kîloyî daket 34 kîloyan rewşa wê her diçe xirab dibe. Dayika wê Sose Donmez ev bang kir: “Divê demildest daxwaza wê ya sewqê bê pêkanîn.”   Li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj yên nû zêde dibin û binpêkirinên di dema surgunan de jî didomin. Meral Donmez a di Nîsana 2014’an de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin rastî 11.5 sal ceza hat. Meral ji bo sewqî girtîgehek nêzî malbata xwe bibe ev 37 roj e di greva birçîbûnê ye. Meral niha daketiye 34 kîloyî. Dayika Meralê, Sose Donmez da zanîn ku divê demildest grev bi dawî be û daxwaza keça wê bê cih anîn.   ‘Hewcedariyên xwe bi tena serê xwe nikare bîne cih’   Soseyê da zanîn ku ji ber kapsula gazê li serê Meralê ketibû, travmaya mejî jiyaye û çawa ji nexweşxaneyê hatiye derxistin hatiye surgunkirin û wiha pê de çû: “Ji ber kapsula li serê wê ket ‘rapora demek dirêj nikar rêwitiyê bigire girt’. Tevî vê şandin Girtîgeha Tarsusê. Ji ber keça min nikare hewcedariyên xwe bîne cih, dixwaze biçe girtîgehek hevalên wê lê ye. Lê sewq nakin. Ji ber vê ji 3’ê îlonê heta niha di girtîgehê de ye.”   ‘Nikare ling û milekî xwe bi kar bîne’   Soseyê destnîşan kir ku di milê wê de reşbûn hene û nikare lingê xwe yê rastê bide erdê û ev tişt bi lêv kir: “Gardiyanan keça min derb kiriye. Di vê navberê de pir tund li erdê dikeve. Lingê wê diçerixe. Dema bi milê wê digirin kaş dikin jî milê wê reş dibe. Niha nikare milên xwe bi kar bîne. Nikare hewcedariyên xwe bîne cih.”   Soseyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Keça min roj bi roj kîlo winda dike. Dema li Girtîgeha Şakranê bû hîna bi rapor bû. Tevî vê surgunî Tarsusê hat kirin. Em dixwazin keça min demildest bişînin girtîgehek din.”