Jêderka şaristaniyê û jiyanê Sewêdîkê 2018-10-11 09:02:14   Rûken Goman      DÊRIK - Li Dêrika Rojavayê Kurdistanê gelek cihên dîrokî ku ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye hene. Yek ji van cîhan Sewêdîkê ye. Mirov dema ku tê vir bêhna wan fireh dibe û bi xwezayê re reqsa aramiyê dikin.    Jêderka Şaristaniyê Sewêdîkê li Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye. Ev der bi xwezaya xwe bi şikeftên xwe yên kevnar tê naskirin. Di heman demê de niha wekî cihekî tûrîzmê tê pênasekirin. Li vir çiyayên gelek bilind jî hene ku mirov ji ber heybeta wan matmayî dimînin.    Li Sewêdîkê nêzî 30 kanî hene û her şaxekî avê jî ji cihên cuda diherike. Ev jî dibe sedema şênkayê. Li deşta wê jî her cure fêkî hene. Mirov bi fêkiyên wê yên xwezayî gelek kêfxweş dibin. Li gor lêkolînên herî dawî emrê şikeftên Sewêdîkê digihêje heta hezar salan. Jêderka şaristanî û jiyanê ye.    Çiyayên wê ji mirovan re bûye stargeh   Di serdemên berê de çiyayên Sewêdîkê ji bo gelan bûye stargeh. Gel  ji bo ku xwe ji talûkeyan biparêze di şikeftan de diman. Her çîrokek şikeftekê cuda ye. Dema ku bihar tê jî gelek xweş dibe. Gelek mirov tên wir û li aramiyê digerin.