Ji kesên li Amedê hatin binçavkirin 20 jê hatin berdan 2018-10-10 13:02:37   AMED - Ji 100 kesan zêdetir ên di çarçoveya du lêpirsînên cuda yên navenda wê Amed hat meşandin de hatin binçavkirin, 20 jê piştî lêpirsîna wan a li Midûriyeta Polîsan bi dawî bûn, hatin berdan.    Di operasyona çarçoveya lêpirsîna dinavbea salên 2017 û 2018’an a navenda wê Amed a li 9 bajaran pêk hat de, polîsan duh serê sibê bi ser gelek malan de girtin û ji 100 zêdetir rojnameger û siyasetmedar binçav kirin. Kesên li Êlih, Mêrdîn, Edene, Stenbolê û bajarên din hatin binçavkirin anîn Midûriyeta Polîsan a Amedê. Neslîhan Karacadag, Leyla Tekdag, Engîn Karabayîgît, (rêveberê HDP’ê) Şehmûs Karayil, (rêvebera berê ya HDP’ê) Muazzez Canpolat, (endama TUHAT-FED) Nalan Ozaydin, (BTS) Veysel Ozektî, (Tum Bel-Sen) Fuat Ozdemîr, Habîbe Ekîncî, Halîse Yavûz, Pinar Siraç Kalkan, Ruken Koyun, Ayşe Koyun, Necla Tanrîş, Nacî Tanrikûlû, Hanim Bîçîmlî, Rûken Akçan, Lamîa Kûmral, Emel Ozgen û Zehra Ozdemîr ên lêpirsîna wan ha li Midûriyeta Polîsan bi dawî bûn, di saetên şevê de hatin berdan.     Di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 151 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Operasyona binçavkirinê ya kesên li malên xwe nehatin dîtin berdewam dike.    Lêpirsîna rojnameger û siyasetmedarên hatin binçavkirin ên li Midûriyeta Polîsan a Amedê berdewam dike.