TJA : Em ê berxwedana demokratîk geş bikin 2018-10-10 12:05:03   AMED - TJA xwest rojnameger û siyasetmedarên di bin çavan de bên berdan û wiha bang kir: "Werin em berxwedana demokratîk geş bikin   Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê operasyona ku navenda wê Amed a li 9 bajaran pêk hat, gelek siyasetmedar û rojnameger hatin binçavkirin de daxuyaniyek nivîskî weşand. TJA'yê, di daxuyaniya ku da de wiha got: “Roj nîne ku li vî welatî jin neyên qetikirin, tacîz û tecawîz kirin. Roj nîne ku mafê jinan neyê xespkirin, destkeftiyên  wan neyên desteserkirin, keda wan neyê xwarin, neyên binçavkirin û girtin. Lê bila baş bê zanîn ku li dijî van êrîşan em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Sonda me ya ideaya azadiyê, ji çekên hişmendiya faşîst a AKP û MHP’ê bi hêztir û xurtir e. Bila dewleta desthilatdar a zayendperest, rantxur, netewperest ku xeyalên dê bi binçavkirinan gavê bi jinan paşve bide avêtin, baş zanibe ku dê ev xeyala wan tu carî pêk neyê. Ji ber ku hûn jî baş dizanîn sonda me ji çekên we bi hêztir û mezintir e, hûn di tarîtiya şevê de bi awayekê panîk dikevin nava tevgerê. Êdî her kes  vê yekê dîzane. Em dixwazin kesên hatin binçavkirin demildest bên berdan. Em bang li hemû sazî û dezgehên demokrat dikin ku têkoşînê bilind bikin.”   Navê jinên hatin binçavkirin   Navê jinên hatin binçavkirin wihane: “Eylem Caylan, Selma Metîn, Nevriye Çûr, Fîgen Ektî, Elîf Haran, Aygul Alagunduz, Dilnaz Ekmekçî, Fîgen Aras Kaplan, Merkiye Ormanci, Pinar Sakiktekîn, Sîyajîn Nefise Yildirmaz, Leyla Ayaz, Kadriye Ozcanlî, Evîndar Aydîn, Kîbriye Evren, Esra Solîndal, Mehtap Metîn, Sema Koç, Xeçe Şen, Ruken Kiliç, Derya Aslan, Selda Erten, Yuksel Baran, Sîdar Aydin, Muslîme Kalkan, Nuran Gunbatan, Hulya Bîçen, Zelal Bîlgîn, Berîvan Elter, Pinar Işik, Ayşe Zengîn, Zelîha Gumuş, Emîne Turan, Seher Tumer, Yasemîn Ozer, Aliye Tok, Kadriye Fîdan, Tuba Dundar, Azîze Abîş, Ayşe Dîcle, Nazan Opan, Eda Bazencîr, Gulustan Yildiz, Neslîhan Karacadag, Rûken Koyûn, Ayşe Koyûn, Necla Tanriş, Hanîm Bîçîmlî, Rûken Akça, Lamîa Kûmral, Emel Ozge, Leyla Tekdag, Habîbe Ekîncî, Halîse Yavûz, Pinar Saraç Kalkan, Nalan Ozaydîn, Zehra Ozdemîr, Dayika Aştiyê Songul û Zîn a paşnavê wê nehat zanîn.”