Heta rastî dernekeve holê doz jî naqede 2018-10-10 09:09:42   ÎZMÎR - Evrîm Mak a hevjînê xwe Mesut Mak di komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de winda kir, diyar kir ku piştî komkujiyê tiştên jiyane ew carek din birîndar kirine û wiha pê de çû: “Ev doz êdî sedema jiyana me ye. Em ê tevî her tiştî bêjin demokrasî. Ev deynê me ji bo 103 mirovên hat qetilkirin e.”   Di 10’ê cotmeha 2015’an de li Enqereyê li hemberî 10 hezaran kesên ji aştiyê hatibûn cem hev êrîşa bombeya zindî pêk hat û 103 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ev yek ji komkujiyek herî mezin a Tirkiyeyê bû. Gelek birîndar di encama mudaxaleya gazê ya polîsan, nehatina ambulans û nedayîna destûra ji bo xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan.   Di komkujiyê de endamê Lijneya Rêveberiya Tarim Orkam-Senê Mesut Mak jî jiyana xwe ji dest da. Hevjîna wî Evrîm Mak ligel têkoşina edeletê, têkoşîna aştî û demokrasiyê jî dide. Evrîmê wiha got: “Mesut Kurd bû. Ez jî Tirk. Em zewicandibûn, keçek me hebû. Tenê daxwazek me hebû. Me dixwest mirov di hawirek aram de bijîn.”   ‘Di eniya şer de jî ev nayê kirin’   Evrîmê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevî di ser bûyerê de 3 sal derbas bûye wê rojên hîna dijîn û wiha pê de çû: “Bi ser birîndaran de gaz dibarandin. Gelo mirov çawa wisa dikin? Di eniya şer de jî ev tişt nayê kirin. Mesut ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da. Min her tim ev pirs pirsî ‘ma gelo mirov ji ber windakirina xwînê dimrin?, Mudaxale nekirin, ger bikira wê bijiya?’ Ez her tim bi vê pirsê dijîm.”   ‘Ji vê re dijminahî tê gotin’   Evrîmê balkişand ser pêvajoya dozê û got polîsan di nokteyên lêgerînê de nêzîkatiyên ku rûmeta mirovan dişkand nîşan didan û wiha got: “Di salonê de me bi kujeran re heman hewa tenefus kir. Digotin ‘em tiştekî nizanin.’ Piştre wêneyên wan ên tevlî DAIŞ’ê bûne dertên. Mirov matmayî dimînin. Em rastî tehdîdên ‘wê dawiya we jî wek a wan be’ hatin. Li wan tu lêpirsîn nehat vekirin. Li 9 malbatan lêpirsîn hat vekirin. Piştî 10’ê cotmehê her tiştê hat kirin em carek din birîndar kirin. Ji vê re dijminahî tê gotin. Ev doz êdî sedema jiyana me ye. Em ê tevî her tiştî bêjin demokrasî. Ev deynê me yê ji bo 103 mirovên hat qetilkirin e.”