'Kamploya li Şamê dest pê kir niha li hemû Sûriyeyê belav bûye' 2018-10-10 09:07:10   Devrîm Amed   QAMIŞLO - Zeynep Cîlo diyar kir ku Abdullah Ocalan wê demê ji bo Sûriyeyê biparêze ji Şamê derketiye û wiha got: “Komplo li hember hemû gelên Rojhilata Navîn pêk hat. Komploya li Şamê dest pê kir li hemû Sûriyeyê belav bû.Yekane çareseriya ji bo vê kaosê netewa demokratîk e.”   Di ser komploya 9’ê cotmehê ya Navnteweyî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Şamê derket de, 20 sal derbas bû. Îro tecrîda li Îmraliyê û veguhertina gola xwînê ya Rojhilata Navîn didome. Zeynep Cîlo ya di pêvajoya ku Abdullah Ocalan li Sûriyeyê bû û ligel wî maye pêvajo nirxand.   ‘Nexwestin pirsgirêka Kurd çareser bibe’    Zeynebê destnîşan kir ku komploya li Şamê dest pê kir îro li hemû Sûriyeyê tê meşandin û çareseriya vê jî netewa demokratîk e û wiha got: “Komplo xwe dispêre dîrokek kevintir. Tê xwestin ku Tirkiye û Rojhilata Navîn bikevin nav kaosê. Hêzên derve nedixwestin pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser bibe. Ger çareser bibûya wê nikaribûna li Tirkiyeyê lîstikên xwe yên emperyal bi rehetî pêk bînin. Hîmên siyaseta îro li ser Sûriye û Iraqê ku hêzên hegemon dimeşînin, xwe dispêre wan rojan. Ev jî tê wateya mudaxalekirina Rojhilata Navîn.”    ‘Komploya ewil di 1996’an de dest pê kir’   Zeynebê destnîşan kir ku di sala 1996’an de wesayîtek bombebarkirî li ber deriyê mala Abdullah Ocalan a Şamê hatiye teqandin û ev komploya ewil bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî 1996’an şûnde Tirkiyeyê bi awayek aşkera tehdîdên xwe yên li hember Sûriyeyê meşandiye. Gotin ‘Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê dernekeve wê şer bidin destpêkirin’. Tirkiyeyê û Israîlê zext li Sûriyeyê kirin. Hemû qadên tevgerê hatin girtin. Di vê komployê de rola esas dabûn Tirkiyeyê.”   ‘Ji bo parastina Sûriyeyê derket’   Zeynebê bi lêv kir ku, Abdullah Ocalan ji ber şerê li ser Sûriyeyê dît, Sûriye parast û ji bo êrîş pêk neyê derket û got: “Sûriye ne xwedî hêza ku van êrîşan biçewisîne bû. Tehdîda li ser jî cidî bû. Rêberê me jî ev rîska ketina şer a Sûriyeyê li ber çavan girt û li gor ehlaqê xwe ev di cih de nedît.”   ‘Di lêgerînek nû de bû’   Zeynebê derketina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê jî nirxand û got: “Di nav lêgerînek nû de bû. Piştî derketina wî ya ji Sûriyeyê zelal bû jî baweriya me ya bi Rêberê me bê sînor bû. Me digot ‘ew qedera vî gelî, pêşeroja vî gelî û têkoşîna wê ji me baştir dizane.’ Me kesên ji wî perwerde girtibû, bandorek mezin li ser me çê bûbû. Em wek gel û tevger bêyî Rêberê xwe jiyanekê nafikirin. Abdullah Ocalan li Bakurê Sûriyeyê ji bo têkoşîna jinan û têkoşîna rizgariya gelê Kurd xebat meşand. Gel pir girêdayî Rêberê xwe bû. Ji ber vê jî piştî radestkirina wî em gelek hejiyan. Lê me bi Şoreşa Rojava re bersiv da vê komployê. Komploya 9’ê cotmehê îro bi teşeyên cuda didomin. Lê Rojava bi paradîgmaya neteweya demokratîk, ji bo hemû gelan bûye çavkaniya hêviyê.”   Zeynebê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Abdullah Ocalan her tim digot pirsgirêka Kurd bi aştiyê dikare bê çareserkirin û got: “Rêberê me di lêgerînên çareseriya siyasî yên cuda de bû. Hem jî li ser guherîna paradîgmayê kûr dibûn. Paradîgmaya li Îmraliyê pêş xist, dema li Şamê bû dixwest bike. Li Ewropayê hewldanên xwe yên aştiyê berdewam kir. Ger Tirkiye nêzî projeya aştiyê ya Rêberê me bûya wê niha rewşek pir cuda hebûya. Ev komplo li hember hemû gelan pêk hat. Divê em proje û pradîgmaya netewa demokratîk fêm bikin.”