Jinên Efrînê: Dê dagirker negihêjin armanca xwe 2018-10-10 09:03:31   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Jinên Efrînê yên ku li Hesekê bi cih bûne diyar kirin ku wan hêviya xwe ya ji bo vegera Efrînê winda nekirine û gotin:"Em ê dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin û dê dagirker jî negihêjin armanca xwe."   Jinên Efrînê yên ku li Gundê Til Nesrî yê Til Temira Hesekê bi cih bûne anîn ziman ku ew xwedî hêzek mezin û îradeyek xurt e û gotin:"Efrîn cihê dê û bavê me ye. Em ê ji dagirkeran re nehêle. Têkoşîna me ya ji bo azadiya Efrînê dê bidome."   Jina bi navê Hêva Sîdo wiha got:"Bila dewleta tirk a dagirker baş bizanibe ku em Efrînê ji wan re nahêlin. Em ê vegerin Efrîna xwe. Tu teknîk û çek têrê nake ku îradeya me ya azad û xurt têk bibe. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo aştî û azadiyê bidomînin û hesab ji dagirkeran bipirsin. Em bejna xwe li ber dagirkeran natewînin."   'Dê dagirker negihêjin armanca xwe'   Lava Sîdo jî bêdengiya cîhanê şermezar kir û got:"Berî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê bike li wir aramî hebû. Lê piştî êrîşên dewleta tirk her cureyên îşkenceyê li gel hat kirin. Bêdengiya cîhanê jî bû sedema dagirkirina Efrînê. Lê em ê her li dijî neheqiyê têbikoşin. Em ê dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin û dê dagirker jî negihêjin armanca xwe. Efrîn cihê dê û bavê me ye. Em ê ji dagirkeran re nehêle. Têkoşîna me ya ji bo azadiya Efrînê dê bidome."