ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-10 09:00:09   *Jinên Ereb ên Meclîsa Jinê ya PYD'ê  di derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gotin:"Tu kes nikare raman û vîna azad tecrîd bike. Ne tenê Rêber Apo di heman demê de nirxên mirovahiyê jî tên tecrîdkirin." DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên ku li Hesekê bi cih bûne diyar kirin ku wan hêviya xwe ya ji bo vegera Efrînê winda nekirine û gotin:"Em ê dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin û dê dagirker jî negihêjin armanca xwe." DÎMEN HEYE   *Jinên Herêma Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne û ji bo debara jiyana xwe bikin têkoşîna aboriyê didin gotin:"Em bejna xwe li dijî dagirkeran natewînin û ji bo aboriya xwe geş bikin em têdikoşin."DÎMEN HEYE   *Li Tirkiyeyê li gel bihakirin û zemkirinan gel nikare ji sûkê danûstandinê bikin. Jinên ku di bazarê de danûstandinê dikin bertek nîşanî zemkirina fêkî û zebzeyan dan. DÎMEN HEYE   *Girtiya bi navê Dilbirîn a li Girtîgeha Jinan a Tarsusê ev 2 sale girtiye, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegot û got di her îtîraza wan de rastî zext û cezayên hucreyê tên.   *Zeynep Cîlo diyar kir ku Abdullah Ocalan wê demê ji bo Sûriyeyê biparêze ji Şamê derketiye û wiha got: “Komplo li hember hemû gelên Rojhilata Navîn pêk hat. Komploya li Şamê dest pê kir li hemû Sûriyeyê belav bû.Yekane çareseriya ji bo vê kaosê netewa demokratîk e.”   *Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku pêşnûmeya Efûyê ya MHP’ê ji bo derketina kesên diyarkirî hatiye amadekirin û wiha got: “Hewcedariya me bi efûyek ku dizan, tacîrên hişbirê berdide tune ye. Hewcedariya me bi aştiya civakî heye.” DÎMEN HEYE   *Evîm Mak a hevjînê xwe Mesut Mak di komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de winda kir, diyar kir ku piştî komkujiyê tiştên jiyane ew carek din birîndar kirine û wiha pê de çû: “Ev doz êdî sedema jiyana me ye. Em ê tevî her tiştî bêjin demokrasî. Ev deynê me ji bo 103 mirovên hat qetilkirin e.” DÎMEN HEYE