Serlêdana parêzerên Abdullah Ocalan a cara 753’yemîn hat redkirin 2018-10-09 17:08:59   STENBOL - Serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo biçin hevdîtina mûwekîlên xwe cara 753’yemîn hat redkirin.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Muhdî Oztuzun ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 753’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serlêdana parêzeran hat redkirin.      Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên ‘rewşa xirab a hewayê’, ‘Keştî xirabe ye’ û ‘OHAL’ serlêdanên parêzeran red dike.