'Bila tecrîda girankirî bê rakirin' 2018-10-09 14:42:05   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP û DBP'ê derbarê komploya 9'ê Cotmehê ku di encamê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin de daxuyaniyek hevpar hat dayîn û wiha hat gotin: "Divê tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan demildest bê rakirin û hevdîtin bê dstpêkriin."   Bi minasebeta 21'emîn salvegera derxistin Rêberê PKK'ê ji Sûriyeyê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û çalakî hatin lidarxistin. Di pêşengiya rêxistina  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û (DBP) yên Wanê de li avahiya bajar daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de rêvberên HDP û DBP'ê yên baara û navçeyan, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gel tevli bû.    'Komplo vala hat derxisitn'   Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gel tecrîd û tehdîda darvekirinê helewesteke aştiyane bi pêş xistiye û bi vê helwesta xwe hem Koploya 9'ê Cotmehê û hem jî Gelên Rojhilata Navîn ji qirkirinê rizgar kirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Birêz Abdullah Ocalan li 15'ê Sibata 1999'an de li gel ku hewldanên wî yên aştiyane tên astengkirin jî dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedaye û bi manîfestoya aştiyê ya 2013'an re rêyek nû ya aştiyê vekiriye.  Em bi vê wesîleyê komploya 9'ê Cotmehê şermezar dikin û dibêjin ku em polîtîkayên tecrîdê qebûl nekin û têkoşîna xwe berdewam bikin."   Edene    Di daxuyaniya ku bi heman aramancç li ber avahiya HDP'ê ya Edeneyê hat dayîn de pankarta bi nivîsa "Em ê tecrîdê bişînin û faşîzmê têk bibin" hat vekirin û ji aliyê Seroka HDP'ê ya Bajarê Edeneyê Gulseren Turan ve daxuyanî hat dayîn. Gulseren wiha got: "Bi komploya ku di 9'ê Cotmehê de li dijî birêz Abdullah Ocalan hat kirin de hat xwestin ku gelê Rojhilata Navîn bi kaoseke mezin re rûbirû bê hiştin. Em vê komployê şermezar dikin û bang li AKP'ê dikin ku demildest tecrîda li îmraliyê bê rakirin."   Mêrsîn   Komeleya Malbatên Girtî û Hikumxwaran  (TUYDER) jî derbarê komploya 9'ê Cotmehê de ku li dijî Rêberê PKK'ê hat kirin daxuyaniyek da û komploya nevneteweyî û tecîrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan şermezar kir.