Heyetek di pêşengiya Dîlek Ocalan de bi CPT'ê re hevdîtin kir 2018-10-09 14:10:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Di pêşengiya parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan de heyetek ji bo balê bikişîne ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi Komîteya Astengkirina Îşkenceyê (CPT) re hevdîtin kir.   Di pêşengiya parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Dîlek Oclaan de ji bo ku balê bikişîne ser Rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi Komîteya Astengkirina Îşkenceyê (CPT) re hevdîtin kir. Heyeta ku di nav de parlamenterên Abdullah Ocalan Serbay Koklu û Melîha Çetîn û Nûnerê Konseya Hedepê ya Ewropayê Yagizay jî heye bi Sekreterê Giştî yê  ji rêveberiya CPT'ê  berpirs ku nû hatiye erkdarkirin  Rêgis Brîllat re hevdîtin kir.    Li  gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, heyeta di pêşengiya Dîlek Oclana de, diyar kir ku ev du sal in destûr nayê dayîn  malbata Abdullah Oclana pê re hevdîtinê bike. Heyetê bi bîr xist ku ev 7 sal in parêzerên Abdullah Ocalan jî nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, hevdîtin li wan hatiye qedexekirin û hat gotin ku ji girtiyên din ên li Îmraliyê jî bi tu awayî agahî nayê girtin.  Herwiha heyetê diyar kir ku ew di warê mafê ewlehiya jiyanê ya gitiyan, tendirustiya wam de jî ne xwedî agahiyeke bi ewle ne û ev rewş wan dixwe nav gûmanan.    Heyetê herî dawî xwest ku CPT'ya girêdayî Konseya Ewropayê ye ji bo ku li Îmraliyê hevdîtin bê pêkanîn bi Tirkiyeyê re bikeve têkiliyê.   Rapora CPT'ê ya ku bû sedema bertekan   CPT'ê derbarê Îmraliyê de herî dawî di meha Adarê de raporek weşandibû. Lê ev rapor, girêdayî hevdîtineke Nîsana 2016'an bû. Tu girêdana vê raporê bi rewşa Abdullah Ocalan a niha re tune bû. Di raporê de hatibû gotin ku ji ber têkiliya Abdullah Oclan û gitiyên din bi derve re hatiye qutkirin û ew ji vê rewşê bi gûman in. CPT'ê ji rayedarên tirk xwestibû ku ji bo girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevddîtinê bikin tirkiye bikeve tevgerê. Li gelê vê jî hemû pêşniyarên ku di raporê de hatibûn kirin jî Tirkiye ew li ber çav negirtin.   Biryara AHÎM a ku îşkence ji nedîtî ve hat   Piştî rapora CPT'ê ya ku bi derengî hat xistin bi mehan vê carê jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, di biryara xwe ya ku di 27'ê îlonê de aşkera kir diyar kir ku li Îmraliyê li Abdullah Ocalan îşkence nehatiye kirin. Lê ev biryar jî girêdayî bûyereke berî bi 10 slan bû.