Ji bo Abdullah Ocalan li Şehbayê daxuyanî hat dayin 2018-10-09 14:01:35   ŞEHBA - Kongreya Star derbarê komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li Şehbayê daxuyanî hat dayin.    Kongreya Star derbarê komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li Hedesa girêdayî Kantona Şehbayê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de alên Kongreya Star, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa "Şehîdên me bûn wateya jiyanê",  hat hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Koordînasyona Kongreya Star Roşîn Şêxop ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku heta Abdullah Ocalan azad nebe dê aştî pêk neyê ji bo aştî û aramiyê divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe.    Daxuyanî bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.