Li Hesekê li dijî komploya navneteweyî meş hat lidarxistin 2018-10-09 13:07:27   HESEKÊ -  Bi hezaran pêkhateyên Kantona Hesekê Kurd ,Ereb û Aşûr daketin qadan û Komploya  9'ê Cotmehê yali ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.   Îro bi hezaran şêniyên bajarên Til temir, Dirbêsiyê, Serêkaniyê û bajarokê Zirkan ê girêdayî Kantona Hesekê bi armanca şermezarkirina komploya 9'ê cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar xistin.    Welatiyên ku kom bûn alên YPJ,YPG'ê,wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên ku tecrîd û êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir dikin hat hildan. Meş li ber Saziya Malbatên Şehîda hat despêkirin li qada biratiya gelan veguherî mitîngê .    Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo têkoşerên azadiyê li ser navê, Kongra Star Zeyneb Murad axivî û wiha got: " Rêber Apo riya têkoşînê û wateya azadiyê nîşanî hemû jinan û hemû gelan da. Rêber Apo kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata navîn e. Ji bo çareseriyek mayinde divê Rêberê me azad bibe."   Meş bi dirûşma "Em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn" bi dawî bû.