Wezareta Tendirûstiyê:Hejmara zarokên bi tecawizê re rûbirû man ne 158 e 2018-10-09 11:29:32   NAEVENDA NÛÇEYAN -  Wezareta Tendirustiyê derbarê zarokên ku piştî bi tecawizê re rûbirû man û anîn Nexweşxaneya Qanûnî Sultan Suleyman ku rewşa wan ji saziyên edlî re nehat ragihandin de rapor amade kir. Di raporê de hat aşkerakirin ku zarokên di encma tecawizê de ducanî mane hejmara wan ne 115 ye 158 e.   Li Nexweşxaneya Qanûnî Sultan Suleyman a Stenbolê di pêvajoyeke ku 5 mehan berdewamkiribû a tecawizê de 115 zarokên ducanî hatibûn hişitin serî li nexweşxaneyê dabûn û hatibû diyarkirin ku rewşa wan ji saziyên edlî re nehatiye ragihandin. Wezareta Tendirustiyê ku derbarê mijarê de rapor amade kir, diyar kir ku hejmara zarokên di 5 mehên ewil ên sala 2017'an de bi riya tecawizê ducanî hatine hiştin ne 115 ye 158 e.  Di rapora ku bi îmzeya lêkolînerê wezaretê Mustafa Kilind bi hejmara 89/03 ku ji 84 rûpelan pêk tê de hat diyar kirin ku ji van zarokan 34'ên wan temenê wan di bin 15 salî re ye.