Jinên Ereb, Tirkmen û Çerkes: Em azadiya Serok Apo dixwazin 2018-10-09 11:16:58   Stêrvan Bêrîtan   MINBIC - Jinên Tirkmen, Ereb û Çerkes di derbarê komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nerînên xwe anîn ziman û gotin:"Em di bin sîwana ramanên Rêber Apo de xwe bi rêxistin dikin. Komploya navneteweyî li dijî nirxên mirovahiyê ye."   Jinên Tirkmen, Ereb û Çerkes di derbarê komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nerînên xwe anîn ziman û gotin:"Em komploya navneteweyî şermezer dikin û dibêjin ku dê bi fikir û ramanên Rêber Apo azadî û aştî pêk werin."   Jina bi navê Zehîra Îshaq a Çerkes got:"Komploya navneteweyî li dijî aştî û azadiya hemû gelan pêk hatiye. Em wekî jinên Çerkes baweriya xwe bi ramanên Serok Apo tînin û em komployê şermezar dikin. Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe her têbikoşin."   'Em azadiya Serok Apo dixwazin'   Her wiha jina Tirkmen Esma Remo wiha got:"Her çiqas Rêber Apo di zindanê de be jî dilê me her dem ji bo wî lê dide, em bi saya fikrên wî jiyanek aram dijîn. Rêber Apo ji bo aştî û azadiyê kedek mezin da. Divê hemû cîhan li keda wî xwedî derkeve û azadiya wî bixwaze. Em wekî jinên Tirkmen azadiya Serok Apo dixwazin."   'Em komployê şermezar dikin'   Jina Ereb Meriyam Mihemed jî got:"Serok Apo bi ramanên xwe yên girîng bandorek erênî li ser gelan dikir. Em ji fikir û ramanên Serok Apo bawer in û kesek nikare vê baweriyê bide şikandin. Em di bin sîwana ramanên Rêber Apo de xwe bi rêxistin dikin. Komploya navneteweyî li dijî nirxên mirovahiyê ye. Em komploya navneteweyî şermezer dikin û dibêjin ku dê bi fikir û ramanên Rêber Apo azadî û aştî pêk werin."