Meclisa Îştar têkildarî tecrîdê raporek radestî NY'ê kir 2018-10-09 10:36:22   HEWLÊR - Bi pêşengiya Meclisa Îştar jinên Wargeha Mexmûrê raporek têkildarî komploya navneteweyî amade kirin û li Hewlêrê radestî NY'ê kirin.   Bi boneya 20’emîn salvegera komploya 9’ê Cotmehê bi pêşengiya Meclisa Îştar  jinên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) raporek amade kirin û radestî Konsolonsa Neteweyên Yekbûyi ya Hewlêrê kirin. Jinên wargehê li ber deriyê NY'ê kom bûn. Piştî ku heyetê rapor radestî NY'ê kir şûnde daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan û Endama Komisyona Çalakiyên li hemberî tecrîdê Sultan Yildiztan ve hat xwendin.   Sultanê da zanîn ku weke jinên wargehê heya agahiyekê ji Rêberê xwe negirin wê çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha domand: “Rêberê me felsefeyek ji bo tevahî cîhanê ava kir. Cîhan hemû ji rewşa Rêberê me hayîdar e, lê li hember rewşa heyî bêdeng e ev cihê şermezariyê ye. Heya ku em agahî ji Rêberê xwe negirin em nasekinin.”   Sultanê bang li gelan kir ku li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin û wiha pê de çû: “Em jinên wargehê bang li hemû gelan dikin li Rêberê me xwedî derkevin. Rêberê me ji bo hemû gelan têdikoşe, ji bo wê jî hewceye hemû gelên cîhanê vê rewşê bibîne û bêdeng nemînin. Komkujiyên li Kurdistanê tên kirin ji tecrîdê ne bêpar in, ger tecrîd bi dawî bibe wê ev qeyranên heyî bi dawî bibin.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Kes nikare roja me tarî bike” bi dawî bû.