'Tecrîd sûcê mirovatiyê ye' 2018-10-09 09:02:17   Ronîda Hacî    TIL TEMIR - Derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Jinên Til Temirê gotin:"Heger tecrîd ranebe dê qeyran kûrtir bibe."   Jinên Tiltemirê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de anîn ziman ku ger tecrîd bidome dê rê li ber gelek çareseriyan bê xetimandin û wiha gotin:"Tecrîd sûcê mirovatiyê ye. Divê demildest dawî li tecrîdê bê."   'Ji fikrên Rêber Apo yên aştiyane ditirsin'   Mamosteya Dîrokê Ayistan Xelef diyar kir ku ew dixwazin demildest Abdullah Ocalan bê berdan û wiha got:"Fikir û ramanên Rêber Apo her dem rê li ber çareseriyan vedikir loma pergala serdest ji fikrên wî ditirse. Ji fikrên Rêber Apo yên aştiyane ditirsin. Fikir û ramanên Rêber Apo ji bo hemû qeyranên li Rojhilata Navîn biqede û şer bi dawî bibe, gelek girîng e. Loma yên ku naxwazin şer biqede Serok Apo dîl digirin û piştgiriyê didin vê yekê. Ji bo çareseriyek mayinde divê Rêber Apo azad bibe."   'Erka me ye ku em li dijî tecrîdê bibin yek'   Jina bi navê Şemsa Mihemed da zanîn ku ji bo çareseriyek mayinde pêdivî ji fikrên Abdullah Ocalan heye û got:"Rêber Apo deng û rengê aştî û azadiyê ye. Em ê her ji bo aştî û azadiyê têbikoşin. Heger tecrîd ranebe dê qeyran kûrtir bibe. Tecrîd sûcê mirovatiyê ye. Divê demildest dawî li tecrîdê bê."