Li Duzceyê îşkence: Midûr û gardiyan pir rehet in 2018-10-08 09:15:06   DUZCE- Gulseren Yildirim diyar kir ku li girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê îşkenca li hember girtiyan bûye sîstematîk û gardiyan û midûr di pozîsyona ‘em ê we bikujin û tiştek bi me nayê’ de ne. Gulserenê her wiha bi lêv kir ku bedena birayê werimî bû  û 4 rojan di odeya sungerê de bi kelepçekirina berovajî dane sekinandin, 24 saetan nan û av jî nedaninê.   Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê bi îşkenceya askiya filîstînê û odeya sungerê di rojevê de ye. Herî dawî Hevberdekva Weqfa Lêkolîna Hiqûqî û Civakî (TOHAV) parêzer Rengîn Ergul û Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) parêzer Bariş Marhan çûn serdana girtîgehê û binpêkirinên mafan ên 32 girtî pê re hatine rû hev bi raya giştî re parve kirin.   Xwişka girtiyê bi navê Abdullatîf Teymur, Gulseren Yildirim jî diyar kir ku bi birayê xwe re hevdîtin kiriye û agahiyên ji hevdîtinê bi dest xistiye vegot.   ‘Di korîdoran de bi erdê re kaş kirine’   Gulserenê bi lêv kir ku îşkence bi talîmata midûrê nû pêk hatiye û got: “Bi zor serî pê tewandine û bi erdê re kaş kirine. Gotine ‘Hûn ne mirov in, hûn ê hêza Tirk bibînin. Navê min Kazim Kara ye. Ya ez ê we bikim mirov, yan jî hûn ê bimirin’. Bi van gotinan ew ji korîdorê bi erdê re kaş kirine.”   Di odeya bi sunger de keleçpeya berovajî   Gulserenê destnîşan kir ku çipekî Abdullatîf birîndar bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber em xemgîn nebin ji me re negotiye. Piştre got ew nebirine revîrê û her cureyê îşkenceyê lê kirine. Min hewl da ez biçim cem midûr lê qebûl nekir. Dema dibin revîrê doktor dibêjin çîpa wî şikestiye û nikarin tiştekî bikin. Tevî ev rewş zanibûne dîsa li çima wî xistine. Li hemû bedena wî werimîn hebûn. 4 rojan bi kelepçeya berovajî di odeya sungerê de mane. 24 saetan av û nan nedanê. Di tariyê de hiştine.”   ‘Hikûmet kî be sûcdar jî ew e’   Gulserenê daxuyakirin ku îşkenceya li hemberî girtiyan bûye sîstematîk e û wiha dawî lê anî: “Li gorî min talîmat ji rayedaran tê. Wek axayan bi me re diaxivin. Em diçin cem dozger me qebûl nakin. Ew bi tena serê xwe nikarin tiştên wisa bikin. Kazim Kara li Mêrsînê jî heman tişt kiriye û piştre hatiye Duzceyê. Niha hikûmet kî be sûcdar jî ew e. Girtiyan ji ber dirûşm berz kirine û di dema jimartinê de ranebûne rastî îşkenceyê hatine. Divê hemû partî ji bo mirovahiyê seknekê nîşan bide. Bi me tenê tiştek nabe. Em dixwazin zarokên me tenê nemînin. Ji ber ku ew tenê ji bo xwe ne li wir in.”