'Ciwan hêza dînamîk a civakê ne' 2018-10-08 09:09:40   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR- Endama Erka Xweparastinê Gulan Emîn rola ciwanan di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de nirxand û bang li ciwanên derveyî welat kir ku vegerin hembêza welatê xwe.   Ciwan ew hêza dînamîk ya civakê ne ku  rol û misyona ciwanan mejiyê civakê diguhere û civak ji kabîtalîzmê tê parastin. Rizgarbûna  ji kapîtalîzmê parastina dîrok û çanda netewî ji pişaftinê ye. Bi hêza ciwanan pêşketinên ber bi çav pêk tên. Pêşeroja civakê û  çarenûsa wê bi pêşketina ciwanan pêkan e. Hêzên kapîtalîst her dem xwestine mejiyê ciwanan bi amûrên vala mijûl bikin mînaka wê jî mijûlbûyîna bi înternêtê ye. Loma ciwan di asteke herî bilind de li rojavayê Kurdistanê tên perwerdekirin û cihên xwe di hêzên leşkerî de mîna YPJ/YPG,Asayîş û QSD ê de digirin. Rêber Abdulla Ocalan dibêje 'Me bi ciwanan dest pê kir û em ê bi ciwanan biserkevin.'    Têkildarê vê mijarê Endama Erka Xweparastinê Gulan Emîn Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wekî şoreşa azadiya gelan li hemberî bênasnamebûyînê pênase kir û ev tişt got:"Pergala ku nasname,dîrok û çanda Gelê Kurd qedexe kiribû Şoreşa  Rojavayê Kurdistanê jê re bû bersîv. Şoreş bi taybet di serî de bi saya jinên ciwan û tevahî ciwanan bi serket."   Gulanê di berdewamiya axafitna xwe de diyar kir ku ciwan ew in ku pêşeroj û çarenûsa gelê xwe diyar dikin û wiha pêl da axaftina xwe:"Ciwan mejiyê civakê ne, bi pêşketina ciwanan re civak pêş dikeve lewma yên ku pêşeroj û çarenûsa civakê diyar dikin ciwan in."   Gulanê got ku guhertina pergala  kapîtalîst bi guhertina mejiyê ciwanan ve girêdayî ye û ev tişt got:" Pergalên kapîtalîst her dem hêza ciwanan dixin xizmeta xwe de lewma tên xapandin û ber bi welatên din ve koçber dibin û wekî xizmetçiyan tê xebitandin."   Gulanê bang li ciwanan kir ku vegerin hembêza welatê xwe  ji dijminên Gelê Kurd biparêzin û wiha dawî li axafitna xwe anî:" Gul istirî wê diparêze welat jî heman tişt e ciwanên jî welat ji hemû cure êrîşan diparêzin. Rêxistinkirina ciwanan hemû tifaqên li dijî dijminên Gelê Kurd yên wekî Amerîka, Rusya û Tirkiyeyê pûç derdixe."