ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-08 09:00:00   *Selwa Muhemed a ku ev 5 sal in debara xwe bi dirûtinê dike anî ziman ku ew bi kêfxweşiyek mezin dixebite, debara xwe dike û got:"Keda destên jinê jêderka jiyanê ye. Divê hemû kes li keda destên jinê xwedî derkevin." DÎMEN HEYE   *Endama Buroya Têkliyên Diplomasê ya Kongireya Star a Kantona Qamişlo Nejbîr Teyar derbarê Komploya 9'ê Cotmehê de nerîna xwe anî ziman û got:" Felsefiya Azad a Rêber Abdullah Ocelan di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de dîsa ronî da." DÎMEN HEYE   *Endama Erka Xweparastinê Gulan Emîn rola ciwanan di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de nirxand û bang li ciwanên derveyî welat kir ku vegerin hembêza welatê xwe. DÎMEN HEYE   *Jin sererastkirinên hiqûqî yên li Sûriyeyê û cihê jinê yê di destura bingehîn a nû de nîqaş dikin. Hevseroka DSM’ê Îlham Ahmed got: “Armanca me ev e di hevdîtinên muzakereyê de nûneriya jinê ji sedî 50 be û jin bibin xwedî gotin. Ji ber ku tevlîbûna jinan a muzakerê û xwedî gotinê, di alî têkoşîna jinan de pir girîng e.” BI DÎMEN   *Gulseren Yildirim diyar kir ku li girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê îşkenca li hember girtiyan bûye sîstematîk û gardiyan û midûr di pozîsyona ‘em ê we bikujin û tiştek bi me nayê’ de ne. Gulserenê her wiha bi lêv kir ku bedena birayê werimî bû  û 4 rojan di odeya sungerê de bi kelepçekirina berovajî dane sekinandin, 24 saetan nan û av jî nedaninê. BI DÎMEN   *Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay diyar kir ku li Tirkiyeyê berê di krîzê de aborî teslîmî IMF’ê hatiye kirin û îro jî teslîmê şîrketa Mckînsey hatiye kirin û got: “Çawa di pêvajoya IMF’ê de fatureya krîzê li gel hat birîn îro jî li gel tê birîn.” BI DÎMEN   *Li gorî lêkolînên hatine kirin, heta niha gelek qanûnên efûyê hatine derxistin û nokteya van ya hevpar ev e ku mriovên daxwazên demokratîk anine ziman, di nav xwe de ne hewandine. Parêzer Sevînç Haciogullari diyar kir ku pêşnûmeya efûyê ya MHP’ê ji lihevkirina civakî re xizmetê nake û got: “Heta ku pisgirêkên sûc diafirîne, pirsgirêkên darazê, bêdadiya di mevzuata ceza de neyên çarserkirin,pisgirêk wê kûrtir bibin.”    *Mîdyeyê bi şev li ser tezgahên seyyar tên xwarin, ji destê jinên ku sibehê heta êvarê kedê didin, derdikevin. Li Tarlabaşi Perîşan Ahmo ya Sûriyeyî û M.Ç ya ji Mêrdînê ku dema wan tune taştê jî bixwin, diyar kirin ku tu car beramberê keda xwe nagirin û ji ber karekî din tune neçarin vî karî bikin. BI DÎMEN