Tekoşîna Jinan ji bo azadiya Abdulah Ocelan didome 2018-10-07 17:18:03   ŞEHBA- Di çerçoveya çalakiyên şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan de Kongireya Star li Navçeya Şêrewa meşek li darxist.   Bi armanca şermezarkirina Tecrîda giran a li ser Rêberê Abdulah Ocelan ya ku ji 20 salan de  ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tê meşandin, Kongireya Star li Gundê Ziyaretê yê Navçeyê Şêrewa meşek bi tevlîbûna dehan jinên Ereb, kurd, xwendekar, Mamoste û Endamên Kongireya Star, li dar xist.   Di meşa hat lidarxistin de wêneyên Rêber Apo û pankertên bi nivîsa" Bê Serok jîyan nabe, Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin hilgirtin. Meş ji desit pêka gundê Ziyaretê hat destpêkirin û li gundê xirêbikê veguherî mîtîngê. Pîştî deqeyek rêzgirtin ya ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) Dildar Îsa daxuyanî ji raya giştî re xwend.   Di daxuyaniyê de bêdengiya dewletên Navneteweyî ya derheqê Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan de bi tundî şermezar û wiha got: " Bi Fikir û Felsefeya Rêber Apo gelê kurd xwe bi rêxistin kir, dîroka xwe nas kir, riya azadiyê li pêşiya hemû kesan , jin ji zihniyeta baviksal ya ku bi salan jin pê hatibû girêdan rizgar bû, Rêber Apo bû vîna hemû jin û gelên bindesit ,hemû gelên bindesit yên bi desithiletdariyê re rû bi rû mene xwe rizgar kirin.  Em wek jinên Sûriyeyê hemû komployên ku li ser Rêber Apo tên meşandin û êrîşên ku di demên dawiyê  de li ser Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve pêk hatin bi tundî şermezar dikin."     Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî Rêxistinên ku wekî mafên mirovan tên naskirin û dewletên navneteweyî  yên demokrat hat kirin ku di demek nêz de derbarê  rewşa Rêber Apo de biryarên cidî bigirin ku  rê ji bo derbasbûna malbet û parêzerên Rêber Apo were vekirin."   'Gelê kurd serî netewand'   Her wiha li ser navê Kongira Star Esmehan Muhemed jî axaftinek kir û wiha got: :" Dewletên Navneteweyî yên û dewleta tirk a dagirker di 9'ê cutmehê de bi komployeke navneteweyî Rêbberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan dîl girtin, dewleta tirk a dagirker bi girtina Rêber Apo xwesit ku pergala xwe ya desithiledar li ser gelê kurd feriz bike. Lê îro bi berxwedana gelê kurd û tekoşîna ku ji bo azadiya Rêber Apo tê  meşandin xuya dike ku çiqas girêdana gel bi fikir û felsefeya Rêber Apo re heye."   Meş bi dirûşmên. " Bê Serok Jiyana nabe", "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana Efrînê"  bi dawî bû.