Yekemîn Kongereya amedekar a olî li Tebqayê hat li dar xistin 2018-10-07 15:09:27   Îlham Eloso   TEBQA- Bi armanca perspektîfa îslama demokratîk bi dirûşma, "Ber bi avakirina civaka exlaqî û polîtik" li bajarê Tebqayê kongereya amedekar a Îslama Demokratîk  hat li darxistin.   Bi armanca îslama demokratîk bi dirûşma, "Ber bi avakirina civaka exlaqî û polîtik" li bajarê Tebqayê Kongereya Amedekar a Îslama demoratîk hat li darxistin. Yekemîn kongereya amedekar bi beşdarbûna saziyên herêma Feratê, Reqa ji bo amedekirina kongiryeke li  Tebqayê li taxa Meqasim bi armanca  avakirina civakeke exlaqî û polîtik hat li dar xistin.   Kongereya amedekar bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir. Paşê axavtin ji aliyê hin kesên mele û oldar ve hat kirin û li ser mijarên olî niqaş hatin kirin. Jinên ku başdar bûn nerînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku şerê qirêj ê li bakurê Sûrî tê meşandin di bin navê îslamiyetê de tê kirin.   Endama Saziya olî a bajarê Tebqayê Sumeya Ibrahîm diyar kir ku ol eşkerekirina rola jinê ye û got:" Jin parçeyek ji civakê ye û parçeyê din ê civakê temam dike. Ji bo vê jî em îro li vir rola jin di îslama rast de diyar dikin. Jinê beriya îslamê  jiyaneke kole dijiya, lê bi îslama rast wê mafê jinê bi dest bixin.  Îro jî armanca me ji civînê avakirina  civakeke exlaqî ye."   'Tevlibûna jinan girîng e'   Rêvebera Mala Jinê ya bajarê Reqayê Zelîxa Ebdî jî wiha got: " Îro em weke jinên Reqayê beşdarî kongira amedekar ya damezrandina Îslama demokraîtk bûne. Em weke gelê Reqayê di gelek pêvajoyan re derbasbûne, herî dawî jî em bi êrîşên Çeteyên DAIŞ`ê re rûbirû man. Çeteyan zihniyeta civakê hemû guhertin û bi taybet jî di mijara jin de, Çeteyan jin parçe, parçe kirin. Ji bo vê jî me pêwîstî dît ku em wê zihniyetê bugherînin. Ji bo vê jî tevîbûna jinê ya vê kongreyê girînge. "   'Li ser navê Îslamê şer tê kirin'   Endama Partiya Yeketiya Demokratî a Kantona Kobanê Ayşe Efendî jî anî ziman ku şerê li Bakurê Sûriyeyê ku îro diqewime di bin navê Îslamê de tê kirin û wiha dest bi axaftina kir:" Şertên Îsalmê ku mirov ne diz be, ne qatil be û ne tecawizî jinan bike. Lê me dît ne tecawiz ne jî qetilkirina jinan neqediya. Ji bo vê jî ev kongreya amadekar girîng e û divê ku hemû jin amadekariya  kongereke îsalmî bikin û lê li kongerya ku bê lidarxisitn amade bin."