Gelê Efîrnê tecrîd û dagirkirina Efînrê şermezar kir 2018-10-07 14:29:41   ŞEHBA- Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan her wiha û şermezarkirina dagirkirina Efrînê Meclisa Kantona Şehbayê daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha hat gotin " Bi roj û şev em ê li ser piyan bin heta ku Efîrnê û Rêberê xwe azad bikin."     Meclisa Kantona Şehbayê bi tevlibûna bi dehan gelê Efîrnê li Kampa Serdemê a Kantona Şehbayê bi daxuyaniyek ku da çapemeniyê  çapemeniyê dagirkirina Efîrnê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocelan şermezar kir. Daxuyaniya ku bi kurdî, erebî û ingilîzî hat dayîn.  Kurdiya daxuyaniyê ji aliyê Ronî Hemo, erebiya wê jî ji aliuyê  Bekir Elo, û ingilîziya wê jî ji aliyê  Ebdulhemîd El-Bekrî ve hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye:   "Di salvegera 20'emîn a Komploya Navnetweyî ya ku li ser gelê kurd di kesayeta Rêber Apo de, bi ferzkirina tecrîdeke girankirî hat pêkanîn. Faşîzma tirk bi siyaseta tunekirin, qirkirin, guhertina demokerafîk, şewtandina xwezayê, rûxandin û  şûnwarên dîrokî yên gelê kurd û ernîgariya Kurdistanê talan dike.   Ev faşîzima ku ji despêka serdema Ebdil Hemîd û bi derbasbûna tepsandina serhildana Şêx Seyîd di sala 1925'an de, ya Seyêd Riza di sala 1937'an de û pêkanîna komkujiyên hovane hebûna xwe nîşan da, bi valakirina Nisêbîn, Şirnex, Silopî û Cizîr di sala 2016'an de û koçberkirina bi sed herzaran ji niştecihên wan bajaran, heta dagirkirina dewleta tirk ya Herêma Efîrnê, berdewamiya wê faşîzmê ye ku heta roja me hatiye.    Carek din em civaka navnetewî û sazîyên mafên mirovan, şermezar dikin û wan wek hevparên van kiriyaran dibînin, ji ber bêdengiya wan a li dijî van kiriyaran. Em soz didin gelê xwe ku rizgarkirina Efîrnê û azadkirina Rêber Apo armanca me ye,û em ê roj û şev li ser piya bin."   Daxuyanî bi dirûşmên" Bijî berxwedana Efîrnê, Bijî Rêber Apo bi dawî bû."