Şandeyek jinên Ewropayê çûn serdana Rojavayê Kurdistanê 2018-10-06 15:28:15   QAMIŞLO - Bi boneya naskirina xebatên jinên Rojavayê Kurdistanê şandeyek jinên Ewropayê hatin Qamişloyê.    Şandeyek Ewropayê ku ji 7 jinî pêk tê bi boneya naskirina xebatên jinên Rojavayê Kurdistanê şandeyek jinên Ewropayê hatin Qamişloyê. Şandeya da zanîn ku bi taybet ew dixwazin li rewşa jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne bipirsin.   Şandeyê serê sibehê serdana Goristana Şehîd Delîl Saroxan kir. Piştre çû serdana Mala Jinê ya Qamişloyê. Li wir nîqaş hatin kirin û li ser kar û xebatên jinan hatin axaftin.    Şandeyê piştre biçe serdana Gundê Jinwarê û Şehbayê.