Tevî astengan Dayikên Şemiyê li aqubeta xizmên xwe pirsîn 2018-10-06 14:40:12   STENBOL - Tevî mudaxaleya polîsan Dayikên Şemiyê di hefteya 706'emîn de li Qada Galatasarayê daxuyanî dan û careke din xwestin ku li aqubeta xizmên wan bên pirsîn û berpirs bên darizandin.    Dayikên Şemiyê di hefteya 706'emîn de bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê hatin gel hev. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Saruhan Oluç, Garo Paylan û Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî beşdarî çalakiyê bûn. Kuçeya ku çalakî lê pêk hat ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.     Dayikên Şemiyê xwestin ku biçin Qada Galatasarayê lê ji ber ku polîsan ew asteng kirin li ber deriyê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî hat dayin. Dema daxuyanî dihat dayin polîsan rojnameger del dan û ew derbasî ser peyarê kirin.    'Sedema bêcazîbûnê yek jê demborî ye'   Di çalakiyê de vê hefteyê daxuyanî Endama Komisyona Windayan a ÎHD'ê Maside Ocak da. Maside li aqubeta Ayhan Efeoglu yê ku di bin çavan de hat windakirin pirsî. Masideyê da zanîn ku sedemên herî girîng ên binpêkirina mafan bêcazîbûn, parastina kujer û berpirsan e. Masideyê got:"Sedema bêcazîbûnê yek jê demborî ye. Li gor peymana navnetewî ji bo sûcên derbarê mirovahiyê de divê demborî ne derbasdar be. Lê Tirkiye vê yekê pêk nîne."   Li aqubeta Ayhan Efeoglu hat pirsîn   Masîdeyê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got:"Ayhan Efegolu xwendekarê Zanîngeha Teknik Yildizê bû. Ji ber ku têkoşîna demokrasiyê dida gelek caran hatiye binçavkirin û ji aliyê polîsên siyasî ve hatiye fîşkirin. Di 26'ê Cotmeha 1992'an de li ber zanîngehê ji aliyê polîsên sîvîl ve hat binçavkirin. Ew birin Şaxa Miduriyeta Emniyetê a Têkoşîna li Dijî Terorê ya Stenbolê. Malbata wî ji hemû saziyan pirsî lê hat gotin ku ew nehatiye binçavkirin. Di sala 2011'an de Polîsê Tevgera Taybet ê berê Ayhan Çarkin anîbû ziman ku Ayhan Efeoglu dema ku di bin çavan de bûye bi îşkenceyê hatiye kuştin."   Masideyê da zanîn ku ew edaletê dixwazin û divê berpirsên Ayhan Efeoglu bê cezakirin.    Xwestin rojnamegeran bi dûr bixin   Jinek Rojnameger bertek nîşanî polîsên ku xwestin rojnamegeran bi dûr bixe da û got:"Me del nede." Li ser vê gotinê polîsan gotinên zayendperest bi kar anîn. Dema dayik derbasî ÎHD'ê bûn polîsan mudaxale kirin. Rojnamgerên ku xwestin vê yekê bikişînin bi astengiya polîsan rû bi rû man. Polîsan ji rojnamegeran gotin "Qarta xwe ya çapemeniyê rê me bide" û di heman demê de rojnameger û Huda Kaya hatin derbkirin.    Piştî ku rojnameger ji cihê bûyerê dûr ketin şûnde daxuyanî bi dawî bû. Lê polîs demek dirêj li kuçeya ÎHD'ê sekînin.