Meclîsa Şengalê Nadîa Mûrad pîroz kir 2018-10-06 13:46:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê Aktivîsta Kurd a Êzidî Nadîa Murat û Jineolog Dr. Denîs Mûkege yê ji Komara Kongo ya Demokratîk ên hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê ya Cîhanê hate dîtin pîroz kirin.   Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê Aktivîsta Kurd a Êzidî Nadîa Murat û Jineolog Dr. Denîs Mûkege yê ji Komara Kongo ya Demokratîk ên hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê ya Cîhanê hat dîtin bi peyamek nivîskî pîroz kirin. Peyama Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê wiha ye:   “Em Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xelata Nobelê ya Aştiyê li Nadîa Mûrad û tevahiya gelê Êzidî pîroz dikin. Keça Êzîdxanê ya ku bi zor û zehmetiya karî xwe ji destê çeteyên hov xilas bike, êş û îşkenceya li wê û bi hezaran keçên Êzidî hat kirin, li tevahiya cîhanê belav kir û cîhan pêhesand. Nadia Mûrad bi cesaretek mezin îşkenceya lê hat kirin û rastiya çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî jinan bi raya giştî û hemû mirovahiyê re parvekir. Bi vê boneye layîq dîtina xelatê em carek din vê gava pîroz li tevahiya gelê Êzidî pîroz dikin.”   Meclîsê di dawiya peyama xwe de wiha got: “Tenê ev yek nebese, ji ber ku hêjî civaka Êzidî negihiştiye mafê xwe û bi hezaran jin û keçên Êzidî hêjî di destê çeteyan dene. Em bi hêvîne ku zûtirîn dem jenosîda li ser gelê Êzidî were naskirin û xweseriya Şengalê bê pejirandin.”