Kongreya Star li Şehbayê ji Abdullah Ocalan daxuyanî da 2018-10-06 11:56:31   ŞEHBA - Kongreya Star bi daxuyaniya çapemeniyê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Efrînê şermezar kir.    Kongreya Star li Navçeya Til Rifet a Şehbayê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de di heman demê de êrîşên li ser Efrînê jî hat şermezarkirin. Daxuyanî li ber Mala Jinê ya Til Rifetê ji aliyê Endama Mala Jinê Leyla Zan Hesen ve hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye:   "Wekî tê zanîn ku Rêber Apo bi kompleyek navneteweyî teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Em di serî de vê yekê şermezar dikin. Serok Apo li Girava Îmraliyê bêyî pîvanên hiqûqî tê darizandin û di nava şerd û mercên dijwar de bi her şêwazên îşkenceyê rû bi rû tê hiştin. Hemû cîhan li dijî vê yekê bêdeng dimîne. Di şexsê Serok Apo de hemû gel ten tecrîdkirin. Êrîşên li ser Efrînê jî berdewamiya komployê û tecrîda giran e. Divê ev tecrîd demildest bi dawî bibe û cîha li dijî vê yekê dawî li bêdengiya xwe bîne.   'Heval Ûmut ji bo Rêber Apo bedena xwe da ber agir'   Heval Ûmut ji bo mîmarê aştiyê ji bo Serok Apo bedena xwe da ber agir. Em dibêjin ku em ê şopdarê doza lehengên wekî Heval Ûmut bin. Heta ku Rêber Apo û Efrîn azad nebe em ê her di nava çalakiyan de bin û li berxwe bidin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.