ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-06 09:00:00   *Jina bi navê Îlham Ehmed tevî temenê xwe yê mezin dev ji xebatê bernade û debara xwe dike. Îlhamê dibêje:"Jin di warê kedê de xwedî taybetmendiyek mezin e. Berhema kedê ya herî dîtbar e jin." DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Ferîde Mustefa ya ku bi salan e di nava tevgera azadiyê de xebatan dimeşîne diyar kir ku ji bo azadî mîsoger bibe yekîtî pêwist e û got:"Yekîtî jêderka azadî û aştiyê ye." DÎMEN HEYE   *Gurbeteli Ersoz di 7'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. 7'ê Cotmehê wekî Roja Rojnamegeriyê ya Jinên Kurd tê pîrozkirin. Rojnameger Amara Bawer a ku li Bakurê Sûriyeyê di nava xebatên çapemeniyê cihê xwe digire got:"Gurbeteli êdî ne yek e ew bi sedan kes e. Loma piştî Gurbeteli Ersoz artêşek çapemeniyê hat avakirin. Şoreşa Jinên Rojava mînaka vê yekê ya herî ber bi çav e."DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Garîbe Taş ku ji gundê ji gundê Pîrxetab ê Şirnexê ye, bi salan e li bazarê sebzeyê ku hildiberîne li bazarê idfiroş e û pê debar xwe dike. Garîbe diyar kir ku beriya krîzê kêm jî be bi karê ku li bazarê dikir debara xwe dikir lê piştî ku qrîza aborî derket û şûnde nema dikar ji karê xwe sûdê bigire û keda wê li ber çavên wê dihele. DÎMEN HEYE   *Rojnameger Nevîn Cerav diyar kir ku rojnamegerên jin ên Kurd bi pêngavên xwe yên wêrek û hewldana têkoşîna xwe ji jinên cîhanê re dibin mînak. Rojnameger Kumru Başer jî bi lêv kir gerînendeya giştî ya ewil a Tirkiyeyê ya jin Gurbetellî Ersoz e û ev jî ne tesaduf e û got: “Ez têkoşîna rojnamegerên jin ên Kurd a di qada nûçegîhaniya jinê de bi heybet dibînim. Ev deskeftiyên jinan e.”DÎMEN HEYE   *Onder Poyraz ê di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de ji bo şîr û nan ji zarokên xwe re bigire derket derve û bi guleya ji wesayîta zirxî derket birîndar bû û piştre hat girtin, niha cezayê muebbetê danê. Dadgehê derbarê Onder de cezayê muebetê da. Hevjîna Onder, Fîrdevs Poyraz bertek nîşanî bûyerê da û diyar kir ku bi salene bi awayekî dijhiqûqî ji xwe girtiye û niha jî muebetê didin.DÎMEN HEYE   *Seroka EMEP'ê ya Îzmîrê Emîne Uyar diyar kir ku aboriya Tirkiyeyê bi qasî ji şîrketên biyanî piştgiriyê bigire girêdayî hêzên derve ye û got: “Aborî teslîmî hêzên derve hatiye kirin. Fatureya krîzê jî li karkeran tê birîn. Divê li dijî vê her kes bi awayekî xurtir deng derbixe.”DÎMEN HEYE