Jinên Şengalê çûn serdana gora Mam Zekî 2018-10-05 16:36:05   Roj Umut- Sengal   ŞENGAL - Jinên Şengalê bi pêşengiya TAJÊ çûn serdana gora Mam Zekî.    Bi pêşengiya TAJÊ jinên Şengalê çûn Şehîtgeha Şehîd Berxwedan û gora Mam Zekî ziyaret kirin.    Jina bi navê Fehîma Silman Mirad derbarê Mam Zekî de got:"Em Mam Zekî qet ji bîr nakin û em ê heta dawî şopdarê doza wî bin."   Her wiha Dayika bi navê Tekuz Xidir jî wiha got:"Mam Zekî ji bo me kedek mezin da. Rêxistina me ya îro bi saya wî gelekî pêş ket. Em her fikrên wî biparêzin û şopdarê rêya wî bin. Şehîd namirin."