'Em ê ji bo azadî û wekheviyê bixebitin' 2018-10-05 09:02:59   Ferîde Zade   ŞEHBA - Namzetên jin ên ku di hilbijartina 30'ê Îlona 2018'an a ji bo Rêveberiya Herêma Şehbayê û Efrînê hatin hilbijartin gotin:"Em ê ji bo azadî û wekheviyê bixebitin."   Di 30'ê Îlona 2018'an de ji bo Rêveberiya Herêma Şehba û Efrînê hilbijartin hat çêkirin. Namzetên jin ên ku hatin hilbijartin derbarê xebat û hilbijartinê de axivîn û gotin:"Ev hilbijartinek demokratîk bû. Em ê di bin sîwana demokratîkbûyinê de xebatên xwe bidomînin."   'Em ê heta dawî di xizmeta gel de bin'   Zelox Reşîd diyar kir ku ew ê çarçoveya xebatên xwe yên ji bo gel berfirehtir bikin û wiha got:"Ji bo siberojek azad û aram em ê hewl bidin ku xebatên xwe pêştir bixin. Çimkî em ji bo gelê xwe xizmetê dikin. Ev erka li ser milê me ye. Em ê di çarçoveya sîstemek wekhev û demokratîk de xebatên xwe bidomînin. Gelê me gelek êş û azar kişandin. Heta ji me bê em ê hewl bidin ku ev êş û azarana bi dawî bibin. Di plansaziya xebatên nû de em ê xebat û têkoşîna ji bo gel zêdetir bikin. Em ê heta dawî di xizmeta gel de bin."   'Em hêz û vîna xwe ya xurt ji gel digirin'   Muşîra Mele Reşîd jî anî ziman ku ew bi hêz û bi baweriya gel di hilbijartinan de bi ser ketine û wiha got:"Di nava şerdên dijwar de me ev hilbijartin pêk anîn. Loma ev gavek girîng e. Xebatên me dê ji bo hemû gelan be. Bêyî ku em cudatiyê di navbera gelan de kin em ê bixebitin û bi ser bikevin. Em hêz û vîna xwe ya xurt ji gel  digirin û em ê bi vê hêz û vîna xurt di xizmeta gelên xwe de bin. Em ê ji bo azadî û wekheviyê bixebitin. Ev hilbijartinek demokratîk bû. Em ê di bin sîwana demokratîkbûyinê de xebatên xwe bidomînin."   'Em ê hêviyên gel geştir bikin'   Selwa Ecec wiha got:"Em ê ji bo hêviya gelên xwe yên bi rûmet geş bikin bixebitin. Em ê hêviyên gel geştir bikin û peywira xwe ya ji bo xizmeta gel bi cih bînin. Ji bo siberojek azad pêdivî ji piştevaniyê heye. Em ê bi gel re her di nava piştevaniyê de bin."