Jinên Efrînê: Têkoşîna me ya li dijî zihniyeta dagirker didome 2018-10-05 09:01:41   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Jinên Efrînê yên ku li Hesekê bi cih bûne diyar kirin ku wan li dijî lîstikên qirêj ên dagirker û emperyalistan serî netewandin û gotin:"Têkoşîna me li dijî zihniyeta dagirker didome."   Jinên Efrînê yên ku li Gundê Til Nesrî yê Til Temira Kantona Hesekê bi cih bûne da zanîn ku ew dev ji têkoşîna xwe bernadin û gotin:"Dê dewleta tirk a ku bi lîstikên qirêj Efrîn dagir kir negihêje armanca xwe. Em her di nava têkoşînê de ne û em rê nadin lîstikên nû yên dagirker û nîjadperestan."   Jina bi navê Ferîde Mistefa diyar kir ku wê hêviya xwe tu carî winda nekiriye û got:"Dewleta tirk a dagirker dema ku êrîşî Efrînê kir zarokên me qetil kir. Dest da ser mal, milk û axa me. Her wiha bû sedem ku bi sedhezaran kes koçber bibin. Tevî van hemû zordestiyan gelê Efrînê li ber xwe da û niha jî li ber xwe dide. Em jî dev ji têkoşîna xwe bernadin û peyama dewamkirina têkoşîna xwe didin. Ez di wê baweriyê de me ku em ê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin û dîsa vegerin ser axa xwe."   'Me darên zeytûnê bi keda destên xwe çandibû'   Cemîla Ehmed bal kişand ser talankirina xwezaya Efrînê û wiha got:"Dewleta tirk talankirina xwezaya Efrînê didomîne. Gelek darên zeytûnê talan kir. Me darên zeytûnê bi destên xwe çandibû. Dagirkirina dewleta tirk li pêş çavên hemû cîhanê pêk hat. Hemû gelên li cîhanê divê li dijî kuştina mirovan û talankirina xwezayê derkevin. Em wekî jinên Kurd li têkoşîna xwe xwedî derdikevin û soza domandina têkoşînê didin. Têkoşîna me li dijî zihniyeta dagirker didome. Dê dewleta tirk a ku bi lîstikên qirêj Efrîn dagir kir negihêje armanca xwe. Em her di nava têkoşînê de ne û em rê nadin lîstikên nû yên dagirker û nîjadperestan. Em ê Efrînê rizgar bikin."