ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-05 09:00:00   *Jinên Efrînê yên ku li Hesekê bi cih bûne diyar kirin ku wan li dijî lîstikên qirêj ên dagirker û emperyalistan serî netewandin û gotin:"Têkoşîna me li dijî zihniyeta dagirker didome." DÎMEN HEYE   *Namzetên jin ên ku di hilbijartina 30'ê Îlona 2018'an a ji bo Rêveberiya Herêma Şehbayê û Efrînê hatin hilbijartin gotin:"Em ê ji bo azadî û wekheviyê bixebitin."DÎMEN HEYE   *Di pêvajoya qedexeya derketina derve de ji sedî 70’ê Şirnexê hat tunekirin û TOKÎ’yên ku gel naxwaze bikevê, karkeran jî mexdûr dike. Karkeran diyar kir ku ew di bin şerd û mercên giran de dijîn û ji ber pereyê xwe negirtine çalakiya devjikar berdanê dest pê kirine. DÎMEN HEYE   *Pakîze Hazar sala borî li Licê di qada ku ji trafîkê re girtîbû, wesayîta zirxî lê ket û jiyana xwe ji dest da. Ajokar S.K yê ji sedî sed bi qusur hat dîtin, hîna cezayê pêwist negirtiye. Keça Pakîzeyê, Şayîle Gulten bertek nîşan da û diyar kir ku ew ji salên 90’î heta niha şahidê zilma dewletê ne û got wê her tim şopdarê dozê bin. DÎMEN HEYE   *Ji bo zarokên Efrînê yên li Şehbayê starda sala perwerdehiya nû hat dayîn. Sala perwerdehiyê ku ji ber şerd û mercan dereng dest pê kir, di 11 polî de 450 xwendekar wê bi zimanê Kurdî, îngîlîzî, Fransî û Erebî dersê bibînin.   *Neval Unal a bi salan di sektora kafeyê de wek karker xebitî, piştre kargeriya xwe vekir û li vê kafeyê ked û serkeftina jinan nîşan dide. Nevalê diyar dike ku li vê kafeyê hiyerarşî tune ye, her tişt komun û her kes dixebite û got ew wek xwediyê kargeriyê ewil jinan digire kar. DÎMEN HEYE