'Rêber Abudllah Ocan kilîda çareseriya alzoiya Rojhilata Navîn e' 2018-10-04 14:46:52   HESEKÊ- Bi sedan ji pêkhateyên Til Temirê, ên kurd, ereb û aşûrî daketin qadan û Kompoloya 9'ê Cotmehê ya ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin  şermezar kirin. Çalakvanan waiha got: "9'ê Cotmehê berdewama Komploya 15'ê Sibatê ye, li hember tecrîdê divê bêdengiya navneteweyî were şikandin û zext li Tirkiyê were kirin ku hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re were kirin."   Bi amanca şeremzarkirina Komploya 9'Cotmeha 1998'an ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdulah Oclanan pêkhateyên  Til Temir û yên  Çiyayê Kizwana ê  girêdayî Katnona Hesekê li ber Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û ji bo ku komployê şeremzar bikin meş li dar xistin . Welatiyên ku kom bûn alên YPJ/YPG ê, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên ku tecrîd û dagirkeriya Tirkiyê şeremzar dikin  hildan. Meşa ji ber Saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin li kolana Filestînê veguherî mitîngê.   Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê Rêvebira Kongireya Star Gulîxan Tahir axivî û wiha got:" Alzoiya ku li herêmê tê jiyîn  ber bi xeteriyê ve diçe. Şaristaniya netewan ber bi qirkirinê ve diçe û Rêber Abdullah  Ocala  kilîta çareseriya alzoiya Sûriyê û Rojhilata Navîn e."   Gulîxanê bang li tevahî cîhanê kirk u bêdengiya xwe bişkînin û zextê li Tirkiyê bikin ku hevdîtin bi Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan re were kirin.   Meş bi dirûşmên "Bimire îxanet" bi dawî bû.